Gotina "Dijminê xwezayê" kirin heqareta li Altûn 2021-11-17 11:38:57   BEDLÎS - Gotina Hevserokê HDP'a Bedlîsê Rûmet Dûrsûn a li dijî qirkirina xwezayê ya "Dijminê xwezayê" ji bo Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altûn weke heqaret hat hesibandin.   Serokê Ragihandina Serokkomariyê Fahrettîn Altûn, di 27'ê sibatê de bi daxuyaniyekê angaşt kiribû ku di çandina daran de Tirkiye li Ewrapoya di rêza yekemîn de û li dinyayê jî di rêza çaremîn de ye. Hevserokê HDP'a Bedlîsê Rûmet Dûrsûn, di hesabê xwe yê medya sanal de vê daxuyaniya Altûn şîrove kiribû û ev tişt gotibû: "Li gundê Oleka Jorîn ê Bedlîsê û gundê Cankis ê Tetwanê daran ji kok ve radikin û dikin erdê. Dijminê xwezayê hatiye dibêje "em yekemîn in". Ji ber vê parvekirinê Serdozgeriya Komarê ya Tetwanê derbarê Dûrsûn de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Dûrsûn, li Miduriyeta Polisan a Tetwanê îfade da.