Polîsan li Şirnexê 16 kes binçav kirin 2021-11-17 10:57:34 ŞIRNEX - Polîsan di serdegirtinên malan ên li Şirnex, navçeya Cizîr û Silopiyayê de 16 kes binçav kirin.  Polîsên tîmên taybet li navenda Şirnexê, navçeya Cizîr û Silopiyayê di saetên serê sibê de bi ser hin malan de girtin. Polîsan di serdegirtinan de welatiyên bi navên Îdrîs Denîz, Îbrahîm Kartal, Fahrettîn Adiguzel, Mûaz Îke, Îslam Îke, Abdûllah Eren, Selîm Anak, Reşît Salğucak, Sidik Kilinç, Feyzî Yilmaz, Nezîr Yilmaz, Îsa Yilmaz, Mahmût Ataman, Temer Ûlûg, Emîn Îbren û Enes Kulter binçav kirin.    Hat ragihandin ku dema serdegirtina mala Îdrîs Denîz de, polîsan erişî zarokên wî kirine û ew bi tundiya polîsan re rûbirû mane.    Hat diyarkirin ku kesên sedemê binçavkirina wan nehat zanîn li Miduriyeta Polîsan a Şirnex û Silopiyayê tên ragirtin. Her wiha hat ragihandin ku dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.