Tûrnûvaya fûtbolê jî wekî sûc hesibandin 2021-11-17 09:18:26 WAN - Di doza ku li endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hat vekirin de, Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ozan Yildiz wekî sûc hatiye hesibandin û ji bo rojnameyê di lêgerîna li malan de hatin dîtin jî hatiye gotin ku "rojnameya kurdî hatin bidestxistin."    Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Ferhat Azan, Çetîn Temel, Rojîn Varhan û Serhat Sonmez di 16'ê Tebaxê de li Wanê hatibûn girtin û di 11'ê Mijdarê de hatibûn berdan. Lêpirsîna derbarê Azan, Temel, Varhan û Sonmez de temam bû. Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Wanê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de "Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ozan Yildiz" sûc hatiye hesibandin.      Di îdianameyê de endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Ozan Yildiz ê jiyana xwe ji dest daye wekî "endam rêxistinê"hatiye hesibandin û biryarên Yekemîn Kongreya Asayî ya Ciwanên HDP'ê ku di sala 2016'an de hat lidarxistin û biryarên 2'yemîn Kongreya Ciwanan a Asayî ya Ciwanên HDP'ê ya di 25'ê Mijdara 2018'an de hat lidarxistin wekî sûc hatine hesibandin. Di îdianameyê de Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ozan Yildiz jî sûc hatiye hesibandin.    Her wiha di îdianameyê de ji bo 4 hejmarên rojnameya Xwebûnê yên li mala Rojîn Varhanê jî hatiye gotin ku "rojnameya kurdî hat bidestxistin."    Di îdianameyê de ji bo gotina "Heqîqet evîn e, evîn jiyana azad A.O." ya li deftera Varhanê nivîsandî jî hatiye gotin ev gotineke Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û hatiye derpêşkirin ku pêwendiya di navbera HDP û PKK'ê de pêwendiyeke organîk e.    Di îdianameyê de hatiye xwestin ku bi sûcê "endamtiya rêxistinê" ji 7 salan heya 15 salan ceza li Azan, Temel û Varhanê bê birîn.    Ji parêzerên dozê Savaş Avci, anî ziman ku îdianameya hatiye amadekirin ne tu eleqeya wê bi hiqûqê re tune ye û got: "Îdianameyek ku bi zimanê kirêt ê siyaseta rojane hatiye amadekirin." Avci, destnîşan kir ku meqama îdiayê gava îdiayekê bike divê binî wan îdiayan tije bike û delîlan berpêş bike, lê belê rabûye tûrnûvaya fûtbolê wekî delîl nîşan daye.    Avci, bilêv kir ku ji ber ku îdianame xwe nasipêre tu delîleke berbiçab ew wisa fikirin ku dê muwekîlên wan di celseya ewil de beraet bikin û got: "Mixabin ev yek nîşan dide ku edalet tenê li ser dîwaran û hiqûq jî tenê di mewzûatê de maye."    MA / Dîndar Karataş