Guven: Xwedî li kurdî û Kurdistanê derkevin 2021-11-17 09:17:48 AMED - Hevserokê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Eyup Guven, destnîşan kir ku sedema sereke ya netamûlkirina kurdî polîtîkaya bişavtinê ye û bang li her kesî kir ku xwedî li peyva "kurd û Kurdistanê" derkevin.    Hevserokê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Eyup Guven, netamulkirina zimanê kurdî û navê "Kurdistan" nirxand. Guven, bal kişand ser arşîvên osmaniyan û got: "Di van arşîvan de navê Kurdistanê pir hatiye bikaranîn. Lê niha hewl didin bi awayekî din nêzî vî navî bibin. Dixwazin bikin mînakeke herî mezin a bêtamûliya li helmberî kurdan û Kurdistanê."    Guven, kilama "Batmanê Batmanê" ya di dema vekirina Bendava Ilisûyê de hat sansurkirin bibîr xist û got, ev mînakeke bişavtinê ye. Guven, detsnîşan kir ku asîmlekirina kurdan ji roja komar hatiye avakirin heya niha didome û got: "Baş dizanin gava behsa neteweyekê an jî peyvên wê bikin dê polîtîkayên asîmlasiyonê bi kêrî tiştekî neyên. Lewma tu tiştekî aydî wê neteweyê tamûl nakin. Helbet ev ne meseleyeke niha ye, meseleyeke sed salî ye. Em jî divê hay ji vê hebin û helwesta xwe li gor wê deynin û ji bo vê çi ji destême bê divê em bikin."    ZIMANÊ ZIKMAKÎ   Guven, destnîşan kir ku ji bo neteweyeke bêm cem hev du yek ji hêmanên herî girîng jî zimanê zikmakî ye û got: "Armanca ewil a asîmlasiyonê ziman bû. Kurdî zimanê zikmakî yê kurdan e û Kurdistanî ye. Ji feylezofekî dipirsin, “Ger te welatek bi rê ve bibira te yê ji ku dest pê bikira?' Dibêje, 'Min ê ji duristkirina ziman dest pê bikira.' Ji lew re tu dikarî dîrok, hebûn û mirovatiya kesên zimanê xwe ji bîr kirine jî bi wan bidî jibîrkirin. Lewma ziman beriya her tiştî tê. Fikira wan, li ser bê ye; 'ger em ziman qedexe bikin û ji holê rakin, em ê wan jî ji holê rakin.' Ên zimanê xwe nehesibnin xwe jî nahesibînin. Kurd divê di vî warî de hişyar bin. Divê bi zarokên xwe re, bi malbatên xwe re, di nav civatê bi kurdî biaxivin. Divê li deriyê saziyên kurdî bixin."    BANGAWAZÎ   Guven, bang li nivîskar û rewşenbîrên kurd kir: "Divê her kes têkildarî tiştên di demên dawî de diqewimin tiştekî bibêje û xwedî li kurdî û Kurdistanê derkeve."    MA / Ceylan Şahînlî