Dê sêwirandina azadiyê ya girtiyan bi wê wêneyan bê pêşandan 2021-11-17 09:17:08 RIHA - Dê pêşaneya "Dengê Azadiyê" ya wênegirên ku li ser mijara sêwirandina azadiyê ya girtiyan hûr bûne, di salvegera mirina Tahir Elçî de li Amedê bê lidarxistin.  Kolektîfa Gorulmuştur û Koma Redfotograf, sêwirandinên azadiyê yên 50 girtiyan ku heya niha qet nehatibûn weşandin anîn cem hev du û bi navê "Dengê Azadiyê" pêşaneyek çêkir û ev yek kir pirtûk. Girtiyên di girtîgehên cuda de helbets, aforîzma, cerebe û çîrokên xwe yên mînîmal ên têkildarî jiyan û azadiyê de bi rêya nameyan nivîsîn. 55 wênegir jî li go9r van nameyên girtiyan, wêneyên azadiya ku girtiyan ji xwe r esêwirandine çêkirin. Ev wêneyên ku li Stenbol, Hatay, Îzmîr û Kûşadasiyê hatine pêşandan, dê di 6'emîn salvegera Tahir Elçî de di navbera 26-30'yê Mijdarê de li Amedê jî bên pêşandan. Dê bi organîzasyona Weqfa Tahir Elçî li Baroya Amedê bên pêşandan. Piştî vê dê wêne li Baroya Rihayê bên pêşandan.    Ji koordînatorên prijeyê, endamê Koma Redfotografê û endamê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Halîl Dogan, pêşaneyê nirxand.    Dogan, diyar kir ku proje xebateke kolektîf e û 5 pêşane li 15 bajarên Tirkiyeyê û 4 weltaên Ewropayê hatine pêşandan. Dogan, destnîşan kir ku bi pêşaneya "Dengê Azadiyê" xwestine bal bikişînin ser tiştên li girtîgehan diqewimin û got: "Ji bo em bidin der ku girtî ne bi tenê ne, çendî bedenên wan girtîbin jî lê fikirên wan azad in."    XEBATEKE HEVPAR   Dogan, anî ziman ku ew û girtiyan xebatên hevpar dikin û 50 wênegir xebateke bêhempa çêkirine. Dogan got: "Em diçin bi fikir û dîtina hevalên girtî wêneyan digirin. Lewma ev pêşaneyeke pir cuda ye."    AZADÎ   Dogan, da zanîn ku girtiyên name şandine 10, 20 û 30 sal in girtî ne û got: "Girtiyan li gor pirsên 'Azadî çi ye? DIvê azadî çawa be?' fikirên xwe nivîsîn. Tekane bêrîkirina girtiyan azadî ye."    ‘EM DIXWAZIN DENGÊ GIRTIYAN RAGIHÎNIN'   Dogan, destnîşan kir ku di demên dawî de zextên li ser girtiyan zêde bûne, lê dîsa jî girtî hildiberînin û fikira wan azad e. Dogan got: "Girtî divê bi tu awayî dev ji jiyanê bernedin. Dikarin bi nivîsandin, bi hilberandinê re azadiyê bi dest bixin."   Dogan, bang li welatiyên ku dê serdana pêşaneyê bikin kir ku daxilî nav kampanyayê "Tu jî rahêle navnîşanekê, nameyekê binivîse" ya Kolektîfa Gorulmuşturê bibe û got: "Kesên tên pêşaneyê divê bibin hevalên nameyan ên girtiyan. Em dixwazin bi vê pêşaneyê dengê girtiyan ragihînin tevahiya cîhanê."   MA / Emrûllah Acar