Taşçier: Li dijî êrişan tekane çare yekitiya neteweyî ye 2021-11-17 09:16:33   AMED - Parlementerê Amedê Îmam Taşçier diyar kir ku divê kurd li ser asasekî dijî şer bên cem hev du û bang li PDK'ê kir ku berbayî lîstikan nekeve. Taşçier destnîşan kir ku tekane çareya dijî êrişan yekitiya neteweyî ye.    Operasyona Tirkiyeyê ya li herêmên Zap, AVaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 23'yê Nîsanê ve didomin. Di vê operasyonê de ya ku piştgiriya Tirkiyeyê dike jî PDK ye. Ev piştgiriya PDK'ê ji aliyê gelek derdoran ve tê şermezarkirin.    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê AMedê Îmam Taşçier bal kişand ser yekîtiya neteweyî.    YEKÎTÎ   Taşçier, anî ziman ku Tirkiye dijî statuya Herêma Kurdistana Federe û Bakur û RojhilatêSûriyeyê ye û bal kişand ser tezkereya ku vê dawiyê li meclîsê hat qebûşlirin. Taşçier got: "Armanca vê tezkereyê, kurdan bêstatu bike. Ne tenê Tirkiye, her çar dewletên dagirker hemû jî wisa ne. Yanî ji bo kurd nebin xwedî statu çi ji destên wan tê dikin. Kurd jî ancax bi yekîtiya neteweyî dikarin li ber vê rabin. Divê ev yekîtî li her çar perçeyên Kurdistanê pêk bê. Ancax bi vî awayî dikarin li ber êrişên Tirkiyeyê û dewletên din rabin."    BANG LI PDK'Ê KIR   Taşçier, anî ziman ku xaka Başûrê Kurdistanê hatiye dagirkirin û got: "Her kes dizane ku nêzî 30 hezar eskerên tirk, nêzî 70 qereqoln wan li başûr hene. Ne partiyên kurd ên li Başûrê Kurdistanê, ne PDK, ne jî hikûmeta navendî ya Iraqê li ber vê radibin. Ev ji ber neyekîtiya partiyên kurdan e jî. Dibêjin 'bila dagirker partiyekê qels bikin, wê tune bikin, û bila qad ji me re bimîne."   Taşçier, bal kişand ser rageşiyên di salên 90'î yên di navbera PDK-YNK û PKK-PDK'ê de û diyar kir ku niha j»î armanca dewletên dagirker heman tişt e û got: "Lê niha bi qasî ku em dibînin PKK bi hestiyarî tevdigere û heya ji dest tê naxwaze rageşî çêbibe. Em dixwazin ku PDK jî berbayî vê lîstikê nekeve."    DIYALOG   Taşçier, destnîşan kir ku divê kurd li ser asasekî dijî şer bên cem hev du û got: "Teqez divê di navbera kurdan û di navbera partiyên kurdî de diyalog hebe. Em nabêjin bila dev ji partiya xwe berdin û di nav partiyeke din de cih bigirin, lê dikarin li dijî şer di bin banêplatformekê de bên cem hev du. Eynî wekî Bakur ku hemû partî di warê zimanê kurdî de li cme hev in, kurd dikarin li dijî şer platformekê çêbikin û di vî war de xwe bi pêş ve bibin. Gava xwe xurt nekin dê statuya wan ji dest wan biçe."