Meh û nîveke daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin: Heta girtina cenazeyan em ê têbikoşin 2021-11-17 09:14:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin meh û nîveke li Deriyê Sînor ê Sêmalkê ne, bertek nîşanî helwesta PDK'ê ya ji bo nedayîna cenazeyên zarokên xwe dan û anîn ziman ku heya cenazeyên xwe wergirin dê bitêkoşin.  Dayikên Aştiyê yên Herêma Cizîrê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo wergirtina cenazeyên endama YJA STAR’ê Nesrîn Temîr û endamê HPG’ê Yusif Îbrahîm ku di êrişeka hêzên taybet ên PDK'ê de li herêma Xelîfan a Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest dabûn, li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê çalakî dabûn destpêkirin. Çalakiya dayikan a li ser sînor tevî hemû astengiyên hêzên PDK'ê jî di roja 44'an berdewam dike. Nedayina cenazeyan  li çar parçeyên Kurdistanê bi çalakiyên dayikan tê protestokirin. Lê dîsa jî PDK xwe li ker û lalîtiyê datîne.    Malbata endama YJA STAR’ê Nesrîn Temîr û endamê HPG’ê Yusif Îbrahîm têkildarî nedayina cenazeyan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.    'PDK DITIRSE'   Evîn Temîr, xwîşka Nesrîn Temîr, diyar kir ku xwişka wê Temîr, di sala 2014'an de di nava şoreşa Rojava de cih girtiye û heta dawiyê li ber xwe daye û got: "Me agahiya şehadeta mirina Nesrînê di 2'yê Cotmehê de girt. Em bi vê agahiyê re gelekî xemgîn bûn. Ji ber ku Nesrînê em fêrî tekoşînê kiribûn. Nesrînê her tişt dabû ber çavên xwe. Nesrînê 22 salan tekoşiya. Êşa me gelek girantir bû. Çimkî Nesrîn bi destê kurdan û bi xiyanetê şehîd ket. Weke malbata Nesrînê em tevli çalakiyên şermezarkirinê bûn. Me berê xwe da Semêlkayê. Em malbat bi giştî tevli vê çalakiyê bûn. Em van kiryarên PDK'ê şermezar û lanet dikin. Ji xiyanetê re êdî bes e. Dê heta kengî zarokên me bi destê wan şehîd bikevin? Em doza cenazeyên xwe dikin. Me ji wan re got, her bi destê we şehîd ketine qet nebe cenazeyan bidin me. Lê ji bo radestkirina cenazeyan heta niha jî tu agahî nedane me. Li gorî nêrîna me nedayina cenazeyan ew e ku PDK ditirse. Çimkî dizane ku ev îspata xiyaneta wan e. Dibêjin me ew nekuştine û cenaze ne di destê me de ne. Jixwe heta niha li xwe mikur nehatine ku wan kiriye. Lê kirinên PDKê me matmayî nakin. Ji salên 90'an de heta niha PDK dijminahiyê PKK'ê dike. Di wan salan de veşartî dikir, lê niha bi aşkere dike. "   NAME ŞANDIN   Temîr, bertek nîşanî helwesta PDK'ê da û got: "PDK bûye amûra dewleta tirk. Dewleta tirk çi bibêje PDK wê dike. Di şehîdkirina fermandar Nesrîn û hevalên wê de tiliya dewleta tirk heye. PDK bûye rencberê Tirkiyeyê. Lê heger mirov li dîrokê binêre her û her PKK'ê herêma Başûr ji qirkirin û fermanan xelas kiriye. Bi xêra PKK'ê Başûr niha li ser piyan e. Me tevan dît, dema ku DAIŞ'ê êrişî Şengalê kir bê kê parastina wê derê kir. Dîrok vî tiştî ji bîr nake. Bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin. Heta ku em cenazeyên xwe bistînin wê çalakiyên me bidomin. Daxwaza me ya girtina cenazeyan wê bidome. Dayikên şehîdan û malbatên şehîdan nameyek ji rayedarên Başûr re şandin. Lê heta niha tu bersiv nedane vê nameya me. Bêdengiya wan berdewam dikin. Ji bo ku raya giştî wan sucdar nekin cenazeyan nadin. Bangawaziya me ji gelê Başûr re heye ku li hemberî vê zilma PDK'ê bêdeng nemînin û piştgiriyê bidin çalakiyên me ku em karibin cenazeyên xwe bistînin. Divê hêzên navneteweyî bi wijdanî tevbigerin û zext li ser PDK'ê bikin ku cenazeyên me bidin. Em soz didin wan ku em ê têkoşînê bilind bikin û axa xwe azad bikin.    AŞTÎ   Yek ji cenazeyê ku hatiye desteserkirin jî cenazeyê endamê HPG'ê Yufis Îbrahîm e. Îbrahîmê ku 8 sal berê dayika wî û par jî bavê wî jiyana xwe ji dest da, niha birayê wî Muaf Îbrahîm ji bo cenazeyê wî wergire têdikoşe. Muaf Îbrahîm xwest ku cenazeyên wan radestî wan bên kirin û got: "Birayê min ne tenê şehîdê malbatê ye şehîdê hemû Kurdistanê ye. Rêya wî rêyeke heq û pîroz bû. Naxwazin cenazeyan bidin. Çimkî cenazeyan bidin wê sucdar derbikevin. Malbat dibêjin ku ev koma ku şehîd ket bila koma dawî ya yekitiya her çar perçeyên Kurdistanê be. Lê ji bo vê PDK tiştek nake. Em li benda cenazeyan e. Heta ku cenazeyên me nedin em ê nesekinin. Heger cenazeyan nedin wê ev heya roja qiyametê bi8be meraq ji bo me. Heger cenazeyên me bidin, em amade ne ji bo aştiyê."    MA /Zeynep Dûrgût