ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2021'Ê 2021-11-17 09:00:48     * Jinên ku bi têkoşîna xwe didin der ku li dijî serdestiya mêr-dewletê "cîhaneke din pêkan e," bi "Şoreşa Jinê ya Rojavayê" re dîrokeke nû dinivîsin. Ayşe Efendî ku li dijî êrişên dagirkeriyê axa xwe diparêze, anî ziman ku rêça azadiyê 10 sal in bûye rênîşander ji bo tevahiya cîhanê.    * Malbatên ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin bi rojan e li Deriyê Sînor ê Sêmalkê ne, bertek nîşanî helwesta PDK'ê ya ji bo nedayîna cenazeyan dan û anîn ziman ku heya cenazeyên xwe wergirin dê bitêkoşin.   * Jinên HDP'î dê çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê ji bo bîranîna Denîz Poyrazê li dar bixin û bi dirûşmeya "Ji bo Denîz neyên qetilkirin" bang li hemû jinan kirin ku dakevin qadan.    * Parlementerê Amedê Îmam Taşçier anî ziman ku divê kurd li ser asasekî dijî şer bên cem hev du û bang li PDK'ê kir ku berbayî lîstikan nekeve. Taşçier destnîşan kir ku tekane çareya dijî êrişan yekîtiya neteweyî ye.   * Dê pêşaneya "Dengê Azadiyê" ya wênegirên ku li ser mijara sêwirandina azadiyê ya girtiyan hûr bûne, di salvegera mirina Tahir Elçî de li Amedê bê lidarxistin.    * Hevserokê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Eyup Guven, destnîşan kir ku sedema sereke ya netamûlkirina kurdî polîtîkaya bişavtinê ye û bang li her kesî kir ku xwedî li peyva "kurd û Kurdistanê" derkeve.   * Di doza ku li endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hat vekirin de, Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ozan Yildiz wekî sûc hatiye hesibandin û ji bo rojnameyê di lêgerîna li malan de hatin dîtin jî hatiye gotin ku "rojnameya kurdî hatin bidestxistin."   * Danişîna 4’emîn a doza ku Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçûk Kozagaçli, parêzer Barkin Tîmtîk û Ozgur  Yilmaz ên ji “rêvebirina rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” tên darizandin wê li 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê were dîtin. (09.30)   * TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê wê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Tundiya li Ser Jinê wê li navçeya Elkê ya Şirnexê ji jinên girtî re qertan bişînin. (12.00)   * Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir wê tevlî civîna gel a li avahiya HDP’a Sêrtê were lidarxistin bibin. (13.00)   * TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê wê li Şirnex û Mêrdînê serdana jinên êzîdî bikin. (13.00-14.00)   * Platforma Şaxan a KESK’ê ya Stenbolê, dê ji bo siyasetvan û sendîkavanên li Amedê hatin girtin li Şaxa Hejmara 3’yan a Egîtîm Sen’ê ya li Mecîdiyekoyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê wê bi rêxistinên jinan re di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Tundiya li Ser Jinê de, li avahiya HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê dê sînevîzyonekê nîşan bidin. (15.00)   * Mîhrîcana Zarok û Şanoyê ku Şaredariya Silopiyayê li dar dixe wê îro bi Şahiya Zarokan a li Parka Ahmet Kaya were lidarxistin bi dawî bibe. (15.00-18.00)