Dest danîn ser kember û pêlava girtiyê di greva birçîbûnê de ye 2021-11-16 16:38:55   AMED - Gardiyanan avêt ser qawîşa Mehmet Işiktaş ku lê tê girtinê û di greva birçîbûnê de ye. Di serdegirtina qawîşê de dest danîn ser pêlav û kembera Işiktaş.    Greva birçîbûnê ya Mehmet Işiktaş ê ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa D, sewqî Girtîgeha Eregkliya Konyayê ya Tîpa T ku bi hinceta "ewlehiyê" hatibû kirin, dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya Işiktaş di roja 9'emîn de berdewam dike.   Işiktaş di pêwendiya telefonî ya ku bi malbata xwe re kir de diyar kir ku çalakiya wî protestoyî hê jî didome û bi midûrê girtîgehê re hevdîtin kiriye lê daxwaza wî nehatiye qebûlkirin. Işiktaş anî ziman ku piştî hevdîtina bi midûrê girtîgehê re bi qasî 5 deqeyan şûn ve avêtine ser odeya wî û got: “Di dema serdegirtinê de betaniya min a şexsî, kembera pantolon û pêlavên min ên di odeyê de hebûn jî destesr kirin û birin. Dema min li kember û pêlava xwe pirsî, bersiva 'tu yê întîhar bikî' dan min. Tiştên li odeyê belav kirin û çûn."   Işiktaş da zanîn ku heta daxwazên wî werin qebûlkirin wê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomîne.