Berdana girtiyê 81 salî hat redkirin: Dikare bol avê vexwe 2021-11-16 15:52:34   AMED - Serlêdana berdanê ya ji bo girtiyê newxweş ê 81 salî Siddik Guler hatibû kirin, bi hinceta reçeteya "dikare bol avê vexwe" ya nexweşxaneyê hat redkirin.   Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), li girtîgehan zêdetirî hezar girtiyên nexweş hene. Giritiyên nexweş bi hincetên cuda nayên dermankirin û bi hinceta şertên vîrûsa koronayê terkî mirinê hatine kirin. Yek ji van girtiyan jî girtiyê newxweş ê 81 salî Siddik Guler e ku 26 sal in girtî ye. Guler, li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê girtî ye û nexweşiya wî yên hîpertansiyon û bayê momikan ên ragirtî hene. Beriya niha du caran anjiyo bûye û niha bi kursiyê bitekerlek jiyana xwe didomîne. Di 10'ê sibatê de Guler bi vîrûsa koronayê jî ket. Heta niha hemû serlêdanên ji bo berdana Guler hatine kirin hatine redkirin.   BIJÎJK NEXWEŞÎNAN NEDÎT!   Herî dawî Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, ji bo berdana Guler di 6'ê îlonê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê da. Dozgeriyê serlêdanê qebûl kir û ji rêveberiya girtîgehê têkildarî mijarê agahî xwest. Rêveberiya girtîgehê, bi reçeteya Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê ya ji bo Guler bersiva dozgeriyê da. Di reçetê de tenê îmzeya bijîjkek heye û tê angaştkirin ku pirsgirêkeke Guler tune ye û tê pêşniyarkirin ku dikare bol avê vexwe.   Dozgeriyê piştî vê bersiva rêveberiya girtîgehê daxwaza ÎHD'ê ya red kir.    MA / Eylem Akdağ