Li Hezexê mirina biguman a zarokekî 2021-11-16 13:11:13   ŞIRNEX - Li gundê Banêhinê yê gundê navçeya Hezezê  zarokê 12 salî Mûhammed Onan dema ku pez diçirand ji ser zinar ket û jiyana xwe ji dest da.   Li gundê Banêhinê yê gundê navçeya Hezezê ya Şirnexê, hat angaştkirin ku zarokê bi navê Mûhammed Onan ê 12 salî dema ku pez çêrandiye ji ser zinar ketiye û jiyana xwe ji dest daye. Pismamê wî yê pêre şivanî dikir, agahî da gundiyan û Onan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Onan li nexweşxaneyê nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.   Hat diyarkirin ku Onan ji bilî saetên dibistanê şivantî dike.    Piştî otopsiya ku li ser cenazeyê wî hat kirin Onan li gundê xwe Banêhinê hat veşartin.