Budçeya Wezareta Parastinê ji sedî 20 hat zêdekirin 2021-11-16 11:26:33 ENQERE - Di budçeya Wezareta Parastinê de madeya herî mezin lêçûnên personelê bi 44 milyar û 852 milyon û 669 hezar lîre bû, di sala 2022’yan de jî ji bo polîtîkaya derve 255 milyon û 694 hezar lîreyê tirk hat veqetandin. Hesabên dawî yên Wezareta Parastinê yên sala 2020'an û budçeya sala 2022'yan wê di Lijneya Plan û Budçeyê ya Meclîsê de bên nirxandin. Di budçeya ku di sala 2021’an da ji Wezareta Parastinê ra 61 milyar û 484 milyon û 939 hezar TL hat terxankirin ji sedî 20 zêde bû 80 milyar û 439 milyon û 536 hezar TL hat diyarkirin. Di budçeya Wezareta Parastinê de madeya herî mezin lêçûnên personelê bi 44 milyar û 852 milyon û 669 hezar lîre bû, di sala 2022’yan de jî ji bo polîtîkaya derve 255 milyon û 694 hezar lîreyê tirk hat veqetandin.