Ji ber dernexistina platînê lingê girtî Îşçî kurt dibe 2021-11-15 09:11:01 ŞIRNEX - Girtî Naîf Îşçî ku platîn di lingê wî de ye, ji ber ku 11 sal in nayê tedawîkirin, platînê di lingê wî de nayê derxistin û ji ber vê lingê kurt dibe.  Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan didomin. Di serî de jî mafên girtiyan ên tenduristiyê tên binpêkirin. Ji ber vê binpêkirin gelek girtî li girtîgehan rojin zehmet derbas dikin û rewşê wan giran bûne. Yek ki van girtiyan jî Nafîş Îşçî ye. Îşçî, di 2010'an de dema ku hê 14 saî bû, di serdegirtina malê de hat binçavkirin û bi angaşta "propagandaya rêxistinê" , "Sûcê li ser navê rêxistinê" û "Bê destûr hebûn û birina amûrên xeternak" hat girtin û 4 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Beriya girtina xwe Îşçî qezaya trafîqê debas kiriye û platîn di lingê wî yê çepê de hebûye. Platîna di lingê Îşçî de diviyabû piştî 6 mehan bihata derxistin. Lê ji ber astengkirina tedawiyê 11 sal in platîna di lingê Îşçî de nehatiye derxistin. Ji ber vê rewşê lingê Îşçî yê çepê ji yê rastê re kurt dimîne û di meşê de zehmetiyê dikişîne.    NEXWEŞÎ LÊ PEYDA BÛN    Îşçî ku beriya niha di Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê de bû, beriya 2 mehan sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xelatê hat kirin. Ji roja ku hatiye sewqkirin ve di hucrey yekkesî de tê ragirtin. Ji bilî lingê wî nexweşiyên Îşçî yên mîde, rovî û çavan jî hene. Îşçî ku li hucreyê tê girtin, tu daxwaziyên wî yên tedawiyê nayên pêşwazîkirin. Dayika Îşçî, Nebahat Îşçî têkîldarî rewşa kurê xwe de axivî û banga hestiyariyê kir. Dayik Îşçî, diyar kir ku beriya vekirina kêlên wî kurê wê girtine û wiha got: "Kurê min bi tu awayî tedawî nekirin. Naîf niha lingê wî seqet bûye.Wê demê bijîşk gotibû divê 6 mehan platîn lingê wî de bimîne. Lê ev 11 sal ser re derbas bûn hê ew platîn dernexistine. Ji ber vê niha gelek nexweşî li Naîf peyda bûne. Niha nexweşiya rûviyan, mîde lê peyda bûye. Her wiha çavê wî tarî dibin.  Gelek bêhal bûye. Ev 2 meh in anîne girtîgeha Xelatê. Ew çend meh in  hûcreyê de dimîne."    SAZ DESTESER KIRIN   Dayik Îşçî, da zanîn ku kurê jê xwestiye rewşa wî bînin rojevê û ev tişt anîn ziman: "Got, 'gelek erîş li ser me hene'. daxwaznameyên xwe didin bersiv nadin wAn. Got 'hevalek li gel min heye, ji ber ku dermanên wî nadine ketiye greva birçîbûnê Tiştên biçûk li ser me mezin dikin. Nahêlin ku em derkevin werzîşê û bi her awayî erîş li ser wan heye'. Herî dawî jî got ku çavên wî werimîne, diranên wî îltîhab girtine. Weke formalîte wan dibin nexweşxaneyê, lê tedawiyên wan nakin. Piştî ku wî birine  nexweşxaneyê 3 birîn di mîdeyê wî de vebûne. Ji ber ku hucreyê de tê sekinandin sebra wî nayê. Ji bo ku xwe pê mijul bike, min jê re saz şandibû. Lê ew sazê wî jî desteser kirine û nedanê. "   'MIROVEKE NEXWEŞ WÊ ÇI ZIRARÊ BIDE WE?'    Di berdewamê de dayik Îşçî, bang li raya giştî kir ku li hemberî girtiyan bi hestiyarî tevbigerin û ev tişt got: "Bila bes van erîşan li ser zarokên me bikin. Zarokên me ji daran peyda nebûne. Em neynûkên zarokên xwe nadin hemû dinyayê. Jixwe girtine û destê wan de ne, xwarina paqij nadin wan û tedawî wan nakin û ser de jî erîşî wan dikin. Bila vê li zarokên me nekin. Bila girtiyên nexweş berdin û tedawî bikin. Miroveke nexweş wê çi zirarê bide we? Ez bang li hemû malbatên girtiyan û komeleyên mafên mirovan dikim ku vê zilmê bibînin û bînin rojevê."    MA / Zeynep Dûrgût