Polîs karên Şaredariya Silopiya asteng dikin 2021-11-15 09:10:59 ŞIRNEX - Cîgirê Hevşaredarên Silopiya Tahîr Tarhan, diyar kir ku polîs di karên veguhestina komî û xizmetên karên fenê de astengiyê ji wan re derdixînin û wiha got: "Bi van astengiyên ku bi zanebûn derdixînin re dixwazin me û gel bînin hemberî hev."   Şaredariya Silopiyayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku yek ji 6 şaredariyên qeyûm tayînî wan nehatiye kirine, di sala 2019'an de ji qeyûm 273 milyon lîre deyn dewr girtibû. Şaredarî ji aliyekî deynan dide ji aliyê din xizmetê dide gel. Şaredariya Silopiyayê ku zêdetirî dahata wê ji ber deynan tê birîn, ligel vê yekê jî xizmeta herî erzan ya ava vexwarinê û veguhestina komî ya nava bajêr dide. Yek ji xebata yekemîn a şaredariyê daxistina buhayê avê yê metrekuba wî 50 qurîş, 25 qurîş bû. Ligel vê yekê jin û xwendekar di veguhestina komî de bi 25 qurîşan sûdê digirin. Hat diyarkirin ku gelek xebatên Şaredariya Silopiyayê ku xebatên xwe didomîne ji aliyê Miduriyeta Polîsan a Navçeyê ve tên astengkirin.     JI HDP'Ê RE PÊKANÎNEKE CUDA   Cîgirê Hevşaredarên Silopiya Tahîr Tarhan ê derbarê astengiyên ku Miduriyeta Polîsan a Silopiyayê ji wan re derdixîne de axivî, bi lêv kir ku astengiyên ku yekeyên şaredariyê re tên derxistin bi zanebûnin. Tarhan bi bîr xist ku şaredarî di hilbijartina herêmî ya 2019'an de  ji qeyûm paş ve wergirtin û diyar kir ku ji ber şaredarî ji qeyûm wergirtin bi gelek kêmasiyan dest bi peywîrê kirin. Tarhan, dazanîn ku ji roja şaredarî ji qeyûm girtin ve bi gelek astengiyan re rûbirû mane û anî ziman ku bi taybetî jî di xizmeta karên veguhestina komî de tên astengkirin. Tarhan, bi lêv kir ku dema rojên ewil dest bi kar kirin servîsên nava bajêr dihatin sekinandin, bi hêcetên "ehliyetên wan ne têrkirin" cezayê pereyan ji wan re dihat birîn û wiha got: "Ev ajokarên van wesayîtan, hemû ew bûn ku di dema qeyûm de wergirtibûn kar û di wê demê de jî tu pirsgirêk nejiyabûn. Piştî ku şaredarî me girt ji bo ku wesayîtan girê bidin pêkanîneke wisa dan destpêkirin. Dema me pêvajoya qeyûm lêkolînkir, me dît ku pêkanîneke wisa qet nehatiye kirin. Ev pêkanîn bi taybetî li dijî rêveberiya me tê kirin. Ji wê rojê heta îro bi hin hêcetan ev pêkanîn didome."   BI HÊCETAN CEZA DIBIRIN   Tarhan, dazanîn ku niha jî di rêyên nava taxan de polîsên trafîkê servîsan disekinînin, bi hêceta ku "rêwiyên zêde" siwarkirine cezayê pereyan ji wan re tê birîn û wiha berdewam kir: "Dema qeyûm şaredarî bi rê ve dibir tenê 10 servîsên veguhestina komî yên şaredariyê hebûn. Dema me şaredarî girt me kêmasiya vê yekê dît û di encama hevdîtina bi hin bankayan re 2 milyon û 120 hezar lîre kredî girtin û 10 wesayîtên din ên vegûhestinê me kirîn. Her çibe dema bi 10 wesayîtan xizmet dihat dayîn rêwî ne zêde bûn, piştî wesayît du qet zêde bûn rêwî zêde tên siwarkirin?"   'DILÊ POLÎSAN KENGÎ BIXWAZE'   Tarhan, diyar kir ku bi heman awayî di karên xizmetên fenê de jî astengî ji wan re tên derxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di karên ava vexwarinê, qenalîzasyon, kevirên parke û arizeyan de miduriyeta polîsan pirsgirêkên mezin derdixîne. Em kolandineke biçûk jî bikin divê em li polîsan bigerin. Pişt re em li bendê dimînin ku polîs werin qada xebatê û du re jî em ê hêvî bikin ku destûrê bidin me. Piştî ku destûr hat wergirtin û karê kolandinê xelas û çal were girtin, wê dîsa li polîsan bê gerandin û heta tên wê li bendê were sekinîn. Hatina polîsan jî bi temamî keyfî ye. Dilê wan kengî bixwaze wê demê tên. Ev pêkanînên wisa ji bo hilberîna xizmetan û bi lez xebitînê pirsgirêkên mezin diafîrinin."    'GELÊ ME FERQA RASTIYAN DE YE'   Tarhan, destnîşan kir ku bi astengiyên ku bi zanebûn derdixînin re dixwazin rêveberiya şaredariyê û gel bînin hemberî hev û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dixwazin me û gelê me bînin hemberî hev. Em van astengiyan ji gelê xwe re vedibêjin. Gelê me ji me baştir armanc û wateya van pêkanînan dizane. Çi bikin bila bikin gelê me her tiştî dibîne. Xebatên me dişopînin û di ferqa rastiyê de ne. Ji ber wê yekê ev hewldanên wan bê wate ne."   MA / Omer Akin