Ji ber vîrûsa koronayê 189 kesên din jiyana xwe ji dest dan 2021-11-14 20:00:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku ji ber vîrûsa koronayê di 24 saetan de 189 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 21 hezar û 624 kesên din bi vîrûsê ketine.   Li gorî daneyên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ku ji hêla Wezareta Tenduristiyê ve rojane tê weşandin, di 24 saetên dawî de 346 hezar û 642 test hatine kirin û 21 hezar û 624 kesên din bi vîrûsê ketine. Wezaretê diyar kirin ku ji ber vîrûsa koronayê 189 kesên din jiyana xwe ji dest dane.