Hunermendên Helebê xwestin bikaranîna çekên kîmyewî bê rawestandin 2021-11-14 10:54:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendên bajarê Helebê êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku ji ber bikaranîna çekêm kîmyewî Tirkiyeyê bidarizînin.   Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna ve Avaşînê yên Herêma Kurdistanê ku di 23'ê nîsanê de dest pê kiribûn didomin. Di van êrişan de Tirkiye çekên kîmyewî yên qedexe bi kar tîne. Bikaranîna van çekan a Tirkiyeyê bûye sedema bertekan. Rêveberê Navenda Çand û Hunerê ya Helebê Hunermend Seîd Bîrhat û endamê navendê helbestvan Mihemed Hisên Heysem, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî banga dengderxistinê kirin.    'KOR Û LAL IN'   Helbestvan Mihemed Hisên Heysem, diyar kir ku dewleta tirk çekên kîmyawî yên ku di qada navneteweyî de qedexe ne, li pêş çavên civatên navneteweyî bi kar tîne û wiha got: "Civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hemberî binpêkirinên dewleta tirk ên li Başûrê Kurdistanê kor û lal in, ji ber ku berjewendiyên hevpar di navbera wan de hene. Bikaranîna çekên kîmyewî xesarê dide xwezayê. Di Komkujiya Helebçeyê de jî çekên kîmyewî hatin bikaranîn, ev yek bû sedema ziwabûna li herêmê û nebûna şînatiyê bi salan. DewletatTirk jî bi bikaranîna çekên kîmyewî li Kurdistanê vê yekê dixwaze."   BANGA LI RÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN   Rêveberên Navenda Çand û Hunerê ya Helebê Hunermend Seîd Bîrhat jî diyar kir ku dewleta tirk ji mêj ve bi rêbazên cur bi cur hewl dide kurdan qir bike û ev tişt got: "Ji ber vê yekê hemû rêbazên kuştin û qirkirinê bi kar tîne. Dewleta tirk piştî ku nekarî gelê kurd ê ku bi ax û nasnameya xwe ve girêdayî qir bike, bi çekên kîmyewî hewl dide berxwedana mezin a gerîlayan bişikîne. Sedemna bêdengiya rêxistinên mirovî û hiqûqî û civata navneteweyî ew e ku dewleta tirk jî endamê NATO ye û di navbera wan de berjewendiyên hevpar hene."   Di dawiya axaftina xwe de Bîrhat, bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo rawestandina sûc û komkujiyên bi çekên kîmyewî, li ser dewleta tirk ceza ferz bikin.