6 sal in kujerên Selamet Yeşîlmen nehatine dîtin 2021-11-14 09:07:55   MÊRDÎN - Hê jî kujerên dayika 5 zarokan Selamet Yeşîlmen ku li Nisêbînê li ber deriyê mala xwe hatibû kuştin, nehatine dîtin. Malbata wê diyar kir ku Yeşîlmen bi guleyên dewletê hatiye kuştin û daxwazên xwe yên ji bo edaletê dubare kirin.    Li navçeya Nisêbûnê ya Mêrdînê dayika 5 zarokan Selamet Yeşîlmen di 15'ê Mijdara 2015'an de, di dema qedexeyên derketina derve de, ji hêla wesayîtek zirxî ve li ber mala xw ehatibû gulebarankirin û jiyana xwe ji dest dabû. Her wiha keça wê ya 8 salî Sevcan û kurê wê Fîkret Yeşîlmenê 14 salî jî birîndar bûbûn. Yeşîlmen gava hat kuştin ducaî bû û çendî di ser mirina wê re 6 sal derbass bûne jî, hê jî kujerên wê nehatine dîtin û darizandin.    Piştî kuştina Yeşîlmenê lêpirsîn hat destpêkirin, lê belê ji bo dîtina kiryaran tiştek jî nehat kirin. Dozger wekî kesên sivîl ên din ên li Nisêbînê hatin kuştin, Yeşîlmenê jî lêkolîn kir bê ka "têkiliya wê bi rêxistinê re heye yan na." Dozgeriyê ji dêvla ku li kiryaran bigere, merasîmên cenazeyan ên kesên sivîl vekolandin û temeziyên kesk û sor û zer ên li ser darbesta Yeşîlmenê û kesên din wekî "propagandaya rêxistinê" hesibandin û angaşt kir ku fîşekên ji hêla polîsan ve hatine teqandin hem jî "li gor usûlê ne."    Lêpirsîna hat destpêkirin di demeke kurt de bi biryar "lêgerîna daîmî" daxilî nav ên "kiryar nediyar" hat kirin.    ROJEKE REŞ   Hevjînê Yeşîlmenê Abdurrahîm Yeşîlmen, anî ziman ku gava hevjîna wî hatiye kuştin ducanî bûye. Yeşîlmen, destnîşan kir ku hevjîna wî li ser nêrdewanên malê hatiye gulebarankirin û pê re zarokên wî jî birîndar bûne û polîsan nehiştiye ambulans bê cihê bûyerê. Yeşîlmen got: "Ew roj, rojeke reş bû."    Yeşîlmen, diyar kir ku 6 sal derbas bûne, lê belê jî kiryar nehatine eşkerekirin û got: "Dewlet dibêje 'kiryar nediyar.' Dibêje, nizanin bê kî kiriye. Lê em dibêjin; esker û polîsan kir. Bi wesayîta zirxî hat gulebarankirin. 6 sal in ev yek eşkere nekirine. Ger bixwazin dikarin di nava saetekê de bibînin, lê nakin. Em jî dev ji doza xwe bernadin. Heya em sax bin em ê dev jê bernedin."    Yeşîlmen, bilêv kr ku piştî bûyerê tenê rahiştine kincên xwe û çûne gundekî Hezexê û gava vegeriyane dîtine ku xaniyê wan ne li cihê xwe bûyû û li şûna wî TOKÎ hatiye çêkirin. Yeşîlmen got: "Xaniyê min xera kirin, erseya min çû. Niha dibêjin 'tu yê 40 hezar TL'yî bidî.' Ez texsîtan didim. Ez wî jî bi zorê didim. Her cara ku çav bi cihê mala xw edikevim, pir li ber dikevim. Ew bûyer tê ber çavên min."    Keç Filiz Yeşilmen jî anî ziman ku piştî ku dêya wê jiyana xwe ji dest daye barê malê hemû ketiye ser milê wê û jiyana wan bi temamî guheriye. Yeşîlmen, bilêv kir ku ji ber vê bûyerê dev ji dibistanê berdaye û got: "Ji bo me pir zehmet e."    Yeşîlmen, ragihand ku ji ber bûyerê xwişk û birayên wê di warê derûnî de tedawî bûne û xiwşka wê Sevcan hîn jî ji ber wê bûyerê xewnên nexweş dibîne.    GULEYA DEWLETÊ   Yeşîlmen, ji bo nedîtina kiryarên dêya xwe jî got: "Dewletê ew kuşt. Wesayîtên zirxî li ber malê bûn. Mala me gulebaran kirin. Diyar in. Bavê qewanên fîşekan bi destê xwe da wan. Fîşekên dewletê bûn. Em edaletê dixwazin. Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe."    MA / Ahmet Kanbal