Berteka ji bo şertê destûrê ya beriya daxuyaniyê: Ev rejîma yekzilamî ye 2021-11-14 09:04:45   MÊRSÎN - HDP û EMEP'ê bertek nîşanî biryara Walîtiya Mêrsînê dan ku ji bo hemû daxuyaniyên çapemeniyê pîvana destûrê daniye. OHD'ê jî bi bîr xist ku azadiya fikir û ramanê ku bi Qanûna Bingehîn û PMME'yê re hatiye temînatkirin, ne pêkan e ku bi destûrê ve bê girêdan.    Li Mêrsînê partî yan jî saziyên ku bixwazin daxuyaniyê bidin, berî daxuyaniyê bi 48 saetan "destûrê" ji walîtiyê bixwazin. Partiya Demokratîka  Gelan (HDP) a Mêrsînê ku di 4'ê Mijdarê de xwestibû li Parka Zarokan a Azadiyê têkildarî zext û zoriyên li ser xwe daxuyaniyekê bide, lê belê daxuyaniya wê bi hinceta "beriya daxuyaniyê bi 48 saetan nehatiye ragihandin" hat astengkirin. Hevserokê HDP'a Mêrsînê Mehmet Aliş û Serokê Partiya Kedê (EMEP) a Mêrsînê Yûsûf Kaya bertek nîşanî vê pêkanînê dan û Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyyê (OHD) a Şaxa Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz, bal kişandin ser Qanûna Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME).    ASTENGÎ   Hevserokê HDP'a Bajêr Aliş, destnîşan kir ku ji 7'ê Hezîrana 2015'an ve zextên li hemberî partiya wan zêde bûne. Aliş, anî ziman ku daxuyaniyên di çarçoveya azadiya fikir û ramanê de bi qanûna bingehîn hatine temînatkirin bi biryarên amîrên mulkî tên astengkirin û ya tê kirin dijî qanûnê ye. Aliş, destnîşan kir ku îqtidar û Wezareta Karên Navxweyî ya girêdayî wê, di ser amîrên mulkî re nahêlin partiya wan xwe bigihîne gel.    ‘EM Ê DI HILBIJARTINÊ DE BERSIVÊ BIDIN'   Aliş, destnîşan kir ku ew ê di her şert û mercî de mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin û got: "Ji bo bekaya xwe welêt talan kirine. Lewma ez bawer dikim ku dê gelê me di hilbijartinê de bersiveke pir xur bide vê siyaeta AKP-MHP'ê."    Serokê EMEP'a Mêrsînê Ysûfû Kaya jî destnîşan kir ku ev pêkanîn xulaseya rejîma yekzilamî ye ku bê welêt xistiye çi halî. Kaya, anî ziman ku daxuyaniyên aştiyane yên bi qanûna bingehîn hatine mîsogerkirin ji bo karker û kedkaran tên astengkirin, lê ji gava îqtidar û saziyên nêzî wê bikin ji bo wan çi derfet hebe tê pêşkeşkirin. Kaya, diyar kir ku mirov dixwazin xwe îfade bikin û divê ev maf ne girêdayî biryarên zilamekî bin.    Hevserokê OHD'ê yê Şaxa Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz jî destnîşan kir ku daxuyaniyên çapemeniyê di çarçoveya azadiya fikir û ramanê de ji aliyê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û qanûna bingehîn ve hatine temînatkirin û ya ku tê kirin dijî qanûna bingehîn e. Sariyildiz, bilêv kir ku meseleya kud ivê 48 saet berê bê ragihandin, ne destûr û ev tenê ji bo ewlehiyê ye û got: "Lê belê ev bi awayekî cuda tê pêkanîn. Ragihandina 48 saet berê, tenê ev tenê ji bo ewlehiyê ya di dema daxuyaniyê de ye. Lê daxuyaniya çapemeniyê wekî ku di qanûna bingehîn de hatiye diyarkirin divê bê destûrstendinê bê kirin. Lê di pêkanînê de pirsgirêkek heye. Ragihandin wekî destûr tê nîşandan. Ev çewt e."    Sariyildiz, destnûşan kir ku kesên bi vî awayî têna stengkirin ger dozê vekin dê astengiyên li ber parastina mafan rabin.    MA / Cemîl Ûgûr