Girtiyê ku bi nexweşê penceşêrê ye, dernaxin cihê bêhnvedanê 2021-11-13 16:23:40   ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî diyar kir ku nexweşê penceşêrê Ahmet Çakal ê ji bo dermankirinê her cara diçe û tê nexweşxaneyê di karantînayê de tê girtin, dernaxin cihê bêhnvedanê.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 375’emîn de çalakiya xwe ya ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş li pêş Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ligel astengkirina polîsan jî hat lidarxistin de pankarta “Dermankirin maf e nikare were astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen ku li ser navê înisiyatîfê axivî, rewşa girtiyên nexweşê penceşêrê Ahmet Çakal ê li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ragihand.    DAXWAZA TALOQKIRINA ÎNFAZÊ HAT REDKIRIN   Çevîrmen, diyar kir ku Çakal ê 68 salî 27 sal in di girtîgehê de ye û wiha got: “Parêzerê wî di 8 'ê Nîsanê de ji bo tedawiya penceşêr û kemoterapî taloqkirina înfazê serlêdan kir, lê di 23 'ê Hezîranê de ev daxwaz hat redkirin. Tevî ku cihê lê dimîne girtîgeha tîpa rehabîlîtasyonê ye jî, kesekî ku destekê bide wî nîne û nexweş bi tena serê xwe tê hiştin. Qawîşa wî mezin e lê divê hemû pêdivîyên xwe bi xwe bi cih bîne. Ji bo wî pir zehmet e ku cilşûştin, paqijî û pêdawîstiyên lênihêrîna kesane pêk bîne. Piştî emeliyatê 8 dermanên kemoterapî û piştre jî tedawiya radyasyonê tê kirin. Di hevdîtineke xwe ya bi parêzerê xwe re got piştî emeliyatê di her du dest û lingan de tevizîn heye û nikare pênûsê bigire.”   BANGA BERDANÊ    Çevîrmen da zanîn ku Çakal di navbera nexweşxane û girtîgehê de neçar dimîne ku 4 saetan rêwîtiyê bike û got: “Nexweşekî ku rewşa wî giran e, gerandina wî ya demeke dirêj a di wesayîta rîngê de, bandoreke neyînî li tenduristiya wî dike û nahêle baş bibe. Her ku diçe nexweşxaneyê û tê 14 rojan di di karantînayê de dimîne û di nava vê demê de dernaxînin cihê bêhn vedanê. Ji ber vê rewşê bi awayekî dêrûnî aciz dibe. Tevî ku ATK'ê biryareke erênî ya taloqkirina înfazê da jî daxwaza tehliyeyê hat redkirin û serlêdana takekesî ya tedbîran di meha Îlonê de ji AYM’ê re hat kirin û hînê biryar nehatiye dayîn. Em daxwaz dikin ku înfaza Ahmet Çakal ji ber nexweşiya penceşêra giran û hewcedariya dermankirin û lênêrînê ya demdirêj bê taloqkirin û bê berdan.”