Çalakiya xizmên windayan asteng kirin 2021-11-13 15:06:24   ÊLIH - Polîsan çalakiya ÎHD’ê û Xizmên windayan ku ji bo winda bêne dîtin û faîl bêne darizandin lidarxistin astengkirin. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Devran Yildiz diyar kir ku bi awayekî bêhiqûqî daxuyaniya wan hat astengkirin û dazanîn ku wê giliyê berpirsyaran bikin.   Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan çalakiya xwe ya bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li Êlihê li dar dixin di hefteya 503’yemîn de domandin. Ji ber hatina Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan, destûr nehate dayîn ku xizmên windayan li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Kolana Gulistanê daxuyaniyê bidin. Vê hefteyê jî bi hêceta qedexeya walîtiyê destûr nehat dayîn. Girseya ku xwest li ber Bîrdariya Mirovahiyê daxuyaniyê bide çapemeniyê, wêneyên windayan hilgirtin û di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” vekirin. Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin, Rêxistina HDP’ê ya Êlihê û endam û rêveberên MEBYA-DER’ê beşdarî çalakiyê bûn.    ‘BI AWAYEKÎ BÊ HIQÛQÎ HAT ASTENGKIRIN’   Girseya ku xwest li vê derê daxuyaniyê bide çapemeniyê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan destûr neda ku daxuyanî bê dayîn. Girse jî bi hilgirtina wêneyên windayan heta ÎHD’ê meşiya û li pêş avahiya ÎHD’ê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Devran Yildiz diyar kir ku bi awayekî bêhiqûqî daxuyaniya wan hat astengkirin û dazanîn ku wê giliyê berpirsyaran bikin. Piştî daxuyaniya çîroka windakirina Abdullah Tarim ku di Îlona 1994'an de li Taxa Pinarbaşi ya Êlihê hat revandin û careke din tu agahî jê nehat wergirtin, hat xwendin 5 deqiqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.