Li 3 siyasetmedaran 18 sal û 9 meh ceza hat birîn 2021-11-13 14:20:56   MELETÎ  - Di doza ku li Meletiyê 20 siyasetmedar dihatin darizandin de dadgehê bi giştî 18 sal û 9 meh ceza li 3 kesan birî.    Ji 20 kesên di 10’ê Cotmeha 2020’an de li Meletiyê bi hinceta delegeyên Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) ne hatibûn binçavkirin, ji wan 11 kes hatibûn girtin. Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê di 12'ê Mijdara 2020'an de bi hinceta "endamên rêxistinê ne" ji bo 12 kesan ceza xwest. Di nirxandina binçavkirina li ser dosyayê de ewil 8 kes hatin berdan. Di danişîna ewil a dozê ya ku di 14’ê çileya 2021an de hat dîtin de heyeta dadgehê biryara berdana 3 kesên girtî jî da.    Rûniştina 5'emîn a doza ku derbarê 20 siyasetmedarên ku bi îdiaya "endamên rêxistinê ne” û "propagandaya rêxistinê kirine " tên darizandin duh li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat dîtin. Siyasetmedar tev li danişîna ku bi tespîtkirina nasnameyan destpê kir nebûn, parêzer amade bûn. Parêzeran sûcdariyên li ser muwekîlên xwe qebûl nekirin û beraeta wan xwestin.    18 SAL Û 9 MEH CEZAYÊ HEPSÊ    Heyeta dadgehê diyar kir ku derbarê 4 kesên bi heman hincetê de doz hene û biryar di îtîrazê de ye û biryara redkirina cezayê girtîgehê da. Dadgehê biryar da ku ji bo Alî Pîro, Husamettîn Kuraltay û Huseyîn Kogu bi hinceta "endamên rêxistinê ne” ji bo her yekê 6 sal û 3 meh cezayê hepsê birî û ji bo 12 kesên din jî biryara beraetê da.