ÎHD’ê bertek nîşanî pênaseya “komkujiya qaşo” da 2021-11-13 12:29:41   AMED - Endamê Lijneya Rêveber ê Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven nerazîbûn nîşanî gotina “Komkujiya qaşo” ku di pirsên kesên li Amedê hatine binçavkirin de ji bo Komkujiya Helepceyê hatiye gotin da û wiha got: “Ya ku hatiye kirin, henekê xwe bi êşên kurdan kirine.”   Navenda wê Amed, li Mêrdîn, Îzmîr, Antalya û Wanê di operasyonên 8 û 9’ê Mijdarê de, siyasetmedar, sendîkavan û Dayika Aştiyê jî di nav de 19 kes hatibûn binçavkirin. Ji 19 kesên ku li Miduriyeta Polîsan a Amedê hatin ragirtin, kirariyên îfadeyên hinekan bi dawî bûn. Di îfadeyan de şermezarkirinên qeyûman, tundiya jinê, tevlîbûna bîranîna Mûsa Anter û tevlîbûna bîranîna Komkujiya Helebceyê weke sûc hatin pirsîn. Di girtekan de balkêş bû ku ji Komkujiya Helepceyê weke “qaşo” hat penasekirin.    5 HEZAR SIVÎL HATIN QETILKIRIN   Rejîma Sedam di 16’ê Adara 1988’an de êrişî bajarê Helebceyê yê nêzî sînorê Îranê yê herêma Kurdistana Federe kir û di encamê de herî kêm 5 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok bûn, hatibûn qetilkirin û li gorî hejmarên fermî bi hezaran kes birîndar bûbûn. Ev komkujiya ku rejîma BAAS bi nijadperestî pêk anî weke “Komkujiya Helebceyê” hatibû binavkirin. Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê, Norveç, Swêd û Îngîlîstanê komkujî weke sûcê “qirkirinê” qebûl kiribûn.    ‘DEWLET ÊŞÊN KURDAN JÎ QEBÛL NAKE’   Endamê Lijneya Rêveber ê Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven nerazîbûn nîşanî gotina “qaşo” ya ji bo komkujiyê ku di qeydên miduriyeta polîsan de derbas bû da û wiha got: “Ya ku hatiye kirin, henekê xwe bi êşên kurdan kirine.” Guven, destnîşan kir ku kurd li welatên lê dijîn tune tên hesibandin û wiha berdewam kir: “Parçeyek ji nêrîna dewletê ya li kurdan e ku ev yek ji devê rayedarên dewletê weke qirkirin an jî komkujiyê nayê nirxandin. Dewlet çawa bi kurdên di bin serweriya xwe de bi di nav aştiyê de ye bi kurdên parçeyên din dijîn re jî xwedî heman nêrînê ye. Dewlet çawa hebûna kurdan qebûl nake, mafên wan êşên wan jî qebûl nake.” Guven, bal kişand ku Tirkiyeyê Helepçe weke qirkirinê jî hêj qebûl nekiriye û da zanîn ku ev nêzîkatî êşên kurdan zêdetir dike.    NE HIQÛQÎ YE   Guven, bi bîr xist ku rejîma Saddam bi çekên kîmyewî Komkujiya Helepçeyê pêk anî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bîranîna kurdan a komkujiyeke wisa ne qanûnî ne jî hiqûqî ne sûc e. Ev lêpirsîn nahêlin ku kurd êşên xwe bikişînin. Tu aliyekî hiqûqî yê vê pirsa ku di lêpirsînê de hatiye pirsîn nîne.”