Dr. Savary-Borioli: Ocalan mifteya çareseriya Rojhilata Navîn e 2021-11-13 10:11:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Yêk ji rêwiyên Keştiya Azadiyê Dr. Beppe Savary-Borioli diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mifteya çareseriya Rojhilata Navîn e û wiha got: “Fikrên Ocalan ji bo civaka navneteweyî rêyeke çareseriyê ye.”  Li ser banga Înîsiyatîfa Azadiyê ya ji bo Ocalan, 40 kesên ku di nav de rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, siyasetmedar û aktîvîstên aştiyê yên ji welatên cuda jî hene ji bo daxwaza bidawîkirina tecrîd û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Keştiya Azadiyê de hatin cem hev. Rêwiyên Keştiya Azadiyê ku di 9’ê Mijdarê de ji bajarê Lavrîo yê Bajarê Atînayê yê Yewnanîstanê daketin rê, di 12’ê Mijdarê de ku piştî Ocalan bi komploya navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin, di salvegera 23’emîn a hatina Ocalan a Îtalyayê de gihiştin bajarê Napoliyê. Rêwiyên Keştiya Azadiyê ku li vir bi girseyî meşiyan, daxwaza xwe ya ji bo Ocalan azadî qêriyan.    Dr. Beppe Savary-Borioli ku yek ji beşdarên Keştiya Azadî ku ji bajarê Ticino yê Kantona Swîsreyê ya Îtalyayê ye diyar kir ku ew ji bo azadiya Ocalan tevlî çalakiyê bûye.    MIFTEYA ÇARESERIYÊ    Savary-Borioli diyar kir ku ew ê piştevaniya bi kurdan re bidomînin û wiha got: “Azadiya Ocalan girêdayî pirsgirêka kurd e. Çawa ku Mandela bû mifteya çareseriya Afrîka Başûr, Ocalan jî dê bibe mifteya çareseriya Rojhilata Navîn. Dibe ku Tirkiye Birêz Ocalan di nava tecrîda li Îmraliyê de tecrîd bike û nehêle kes wî bibîne. Lê belê ramanên Ocalan niha li tevahiya cîhanê gelek tên hezkirin.”    MODELA AZADIYÊ   Savary-Borioli da xuyakirin ku felsefeya Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan li cîhanê modelek e û wiha berdewam kir: “Felsefeya Konfederalîzma Demokratîk a Birêz Ocalan modeleke azadiyê ye ku dikare di navbera gelan de jiyaneke hevpar bide avakirin. Ev model ne tenê ji bo Rojhilata Navîn û Kurdistanê, ji bo tevahiya cîhanê modeleke azadiyê ye.”    OCALAN RÊYA ÇARESERIYÊ YE   Savary-Borioli destnîşan kir ku Ocalan ji bo cîhanê aktorekî girîng e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dibe ku bi taybetî hêzên navneteweyî  ji bo berjewendiyên siyasî yên Tirkiyeyê piştevaniya wê kiribin. Fikrên Ocalan ji bo civaka navdewletî rêyeke çareseriyê ye. Ji Ocalan re azadî.”   MA / Ozgur Paksoy