'Ên reviyan û çûn dê careke din nikaribin bi wan lingên xwe yên qirêjî bikevin Şengalê' 2021-11-13 09:11:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Di ser azadkirina Şengalê re 6 sal derbas bûn, lê hê jî êriş didomin. Hevseroka Desteya Reveber a Şengalê Rîham Hesen, got:  "Ên ku revîn û çûn wê careke din bi wan lingên xwe yên qirêj nekevin Şingalê. Wê gel li hemberî vê bi hêzeke xurt bisekine. Wê gel rihê xwe bide, lê axa xwe nede."  Li Başûrê Kurdistanê yek ji cihê ku dibin desthilatdariya Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) de Şengal bû. Şengal ji sala 2003'yan heta 2014'an de di bin desthilatdariya PDK'ê de bû. Dema ku di sala 2014'an de DAIŞ'ê êrişî Şengalê kir, hêzên PDK'ê bêyî ku guleyekê jî biteqînin ji Şengalê reviyan çûn. Bi vî awayî rê li ber DAIŞ'ê vekirin ku êrişî Şingalê bike. Şingal bi êrişên DAIŞ'ê re bi fermaneke mezin re rû bi rû ma. DI vê hovîtiya DAIŞ'ê de bi sed hezaran êzîdî ji bêgavî koçber bûn û bi hezaran hatin kuştin û bi hezaran jin jî di bazaran de hatin firotin. Hê jî aqûbeta hin kesan nayê zanîn. Piştî hêzên PDK'ê terka Şengalê kirin û reviyan, endamên HPG, YJA-Star, YPG û YPJ’ê berê xwe dan Şengalê û Şengalê ji dest çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin. Li ser rizgarkirina Şengalê 7 sal derbas bûn.    Di ser azadkirina Şengalê re 6 sal derbas bûn. Hevseroka Desteya Reveber a Şengalê Rîham Hesen, bi boneya 6'emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji Ajansa Mezopotamya (MA) axivî.       'PÊŞMERGE NEHÊLA KU GEL LI BER XWE BIDE'    Hesen, diyar kir ku PDK'ê bi vekişandina hêzên xwe Şengal bê parastin hişt û wiha axivî: "Di sala 2014'an de kesên ku digotin, Şengal namûsa me ye û em Şingalê diparêzin bêyî ku guleyekê biteqînin derketin û Şengal radestî DAIŞ'ê kirin. Jixwe dema ku van parastina Şengalê dikirin jî, gelê vir nerehet bû. Ji ber ku van kesan di berê de jî îxanet li êzidiyan kiribûn. Dîroka PDK'ê bi xiyanetê tê zanîn. Li Şengalê û herêmê gelek tişt çêdibûn, lê PDK li hemberî van bêdeng bû. Ger pêşmergeyan bixwesta û ne şirîkên hin tiştan bûna dikaribû Şengalê biparêze û bi hêsanî şer bikira. Lê mixabin bi xiyaneteke mezin Şengal ket destê DAIŞ'ê. Dema ku DAIŞ hat tê bîra min, tenê 20 rojan li Girzerik ma û nekarî pêşve biçe. Wê demê aşkere bû ku pêşmerge ji bo parastina me nehatibû Şengalê. Ji ber ku ji bo ku şer bike tu amadekarî nekiribun. Li Şengalê her kes li hemberî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê difikirî. Wê demê gel amadekariya xwe dikirin. Li cihên ku pêşmerge lê hebûn  gel çûn ji fermandariya pêşmergeyan re gotin, 'Eger derfetên we hebin û hejmara we têra şer neke, çekan bidin me, em jî dixwazin ku şer bikin.' Lê pêşmergeyan ji wan re got, 'Heya ku em li vir bin, tiştek nayê serê we, hûn dikarin di malên xwe de rihet razên.' Roja beriya wê jî di nav gel de geriyan. Çi qas çekên gel hebûn hemû kom kirin. Nehiştin ku gel li ber xwe bide. Dema ku DAIŞ hat, gel bê parastin bû. Ji ber ku pêşmerge çekên wan desteser kiribun."   NEGIHAŞTIN ARMANCA XWE   Hesen, anî ziman ku bi hatina hêzên YPG û YPJ'ê re di nava civaka êzidiyan de hêviyek çêbû û wiha dom kir: "Dema ku YPG û YPJ hatin Şengalê di civaka êzidî de hêviyek çêbû. Ji ber ku gel bi tunebûnekê rû bi rû mabû. Bi hatina YPG û YPJ'ê re gel jî rabû ser pêyan û bi hev re berxwedaneke mezin dan. Ew berxwedan jî tu caran nayê jibîrkirin. Berxwedanê ji tunebûnê, hebûnek nû û heviyeke nû afirand. Civaka êzidî bi berxwedaniyeke gelek mezin tevli têkoşînê bûn. Piştî tekoşîna li hemberî DAIŞ'ê gel ji nû ve hat perwerdekirin. Armanc ew bû ku koka êzidiyatiyê li erd û asîman tune bikin. Lê bi saya fikr û felsefeya birêz Abdullah Ocalan û şagirtên wî nekarîn vê armanca xwe pêk bînin. Êzidiyan çawa ku di 74 fermanan de li ber xwe da û serî netewand, bi wê biryarê tevli berxwedanê bûn. Em bi hêvî ne ku wê bi berxwedanê bi ser bikevin. "   ROLA JINAN   Hesen, destnîşan kir ku di dîrokî de cara yêkem e ku ciwanên êzidî di hêla leşkerî de bi hev re li hemberî dijmin şer dikin û got: "Keç û xortên çzidî bi hev re li hemberî vê zîhniyetê li ber xwe dan. Û dîrok jî şahidiya vê yekê kir. Di vê hêlê de bi taybetî jinan li Şengalê roleke gelek girîng lîstîn. Ji ber ku ya ku herî bêtir zordestî dît û zehmetî kişand jin bû. Ji ber vê jî jin bêtir ji vê zilmê re bûn bersiv. Xwestin di şexsê jinan de miletekî sax qir bikin û me tune bikin. Em bi vê zanebûnê hem xwe azad dikin û hem jî welatê xwe azad dikin. Ji ber vê jî bi taybetî jinan rolêke gelek mezin lîst."    'WÊ GEL RIHÊ XWE BIDE, LÊ AXA XWE NADE'   Hesen, bilêv kir ku hêzên ku niha dixwazin ku bikevin Şengalê xeteriyê dikin û wiha domand: "Piştî fermanê serdema xwe bi xwe rêvebirinê dest pê kir di milê siyasî, civakî  û rêxistinî de. Bi xwerêvebirinê re ji fermanê re bûn bersiv. Ew hêzên ku li Şengalê li ber xwe dan, niha di her aliyan de rastî zehmetî û tundiyê tên. Tu pêşketinên li çar parçeyên Kurdistanê ji hev cuda nîne. Li ku derê serhildaneke kurdan çêbibe, li wir hedef digirin. Kî bixwaze ku xwe li ser fikrê azadiyê bi perwerde bike, hedef tê girtin. Naxwazin ku kurd weke kurd bijîn. Li ku derê îradeyeke kurd çêbibe êrîşî wir dikin. Heger em weke mînak bidin, heta niha li ser Rojavayê êrîş xelas nebûne. Li ku derê berxwedaneke kurdan hebe li wir êrîş bi dawî nebûne. Em civaka êzidî ji bo xwe bi rê ve bibin me alîkariya tu kesî nedît. Kî heta niha hatiye her tim gotiye em çi bibêjin hûn ê wê bikin.Tu carî kesî nepirsî vîna we çi ye, daxwazên we çi ne, pirsgirêkên we çi ne.Tenê kesên ku pêşiya vî tiştî vekirin û îradeya civaka êzidî nas kirin şagirtên birêz Ocalan bûn. Ji ber wê jî me ev xet weke xeta herî esasî dît. Ev xet xeta berxwedan û azadiyê ye. Me li ser vê xetê gelek şehîd jî dan. Her qulîçkek Şengalê bi saya van şehîdan hat rizgarkirin. Yên ku revîn û çûn wê careke din bi lingên xwe yên qirêj nekevin Şengalê. Wê gel li hemberî vê bi hêzeke xurt bisekine. Wê gel ruhê xwe bide, lê axa xwe nede."    MA / Zeynep Dûrgût