Girtiyê nexweş Morsumbul nayê dermankirin 2021-11-13 09:10:34 STENBOL - Girtiyê nexweş Eser Morsumbul ku ji sedî 70 rapora wî ya astengdariyê heye û wezaretê ji bo wî gotiye "bi awayekî rêk û pêk diçe nexweşxaneyê", ragihand ku wî nabin nexweşxaneyê.    Li Girtîgeha Şakran a Îzmîrê girtiyê nexweş Eser Morsumbul ê ji sedî 70 astengdar û nexweşîna gurçikan jî di nav de gelek nexweşîn lê peyda bûne, ragihand ku girtîgeh wî nabe nexweşxaneyê.    Dayik Ayten Morsumbul, anî ziman ku ji ber nexweşîna gurçikan xwîn ji canê kurê wê tê lê ji bo vê tiştek nayê kirin. Dayik Morsumbul, da zanîn ku ji bo vê 3 caran daxwazname dane Wezareta Dadê û wezaretê ji di bersiva xwe de gotiye kurê wê bi awayekî rêk û pêk diçe nexweşxaneyê. Morsumbul, destnîşan kir ku tiştekî wiha tune ye.    WÎ NEBIRIN NEXWEŞXANEYÊ   Morsumbul, diyar kir ku bersiva wezaretê ji kurê xwe pirsiye û got: "Gava min ji kurê xwe pirsî got, 'Dayê min nabin nexweşxaneyê.' Li benda kurê xwe mam telefon bike, lê nekir. Min meraq kir, min telefonî girtîgehê kir. Şevekê zûzûka kurê min sewqî Îzmîrê kirine. Min telefonî girtîgeha Îzmîrê kir. Gotin, Eser pirs nexweş e. Kurê min telefonî min kir got, 'Dayê qet nebaş im.' Min telefonî parêzerêwî kir, çû cem kurê min. Paşê wî birine revîrê."    GURÇIKA XWE DA KURÊ XWE   Morsumbul, anî ziman ku ji bo kurê xwe bibîne çûye dozgeriyê, lê dozger destûr nedaye û got: "Piştî çûm Edliyeya Îzmîrê min daxwazname da, hiştin ez kurê xwe bibînim. Gava min kurê xwe dît, pir zihîf bûbû. Kurê min divê di girtîgehê de nemîne, pir nexweş e. Kurê min ji ber ûra di mejî de emeliyat bûye. Kematorapî bû, gurçikên wî xera bûn. Di sala 2017'an de min gurçikek xwe da wî."    ‘HEBÊN ÊŞBIR DIDINÊ Û WÎ DIŞÎNIN'   Morsumbul, destnîşan kir ku midûrê girtîgehê gotiye rewşa kurê wê qet nebaş e û divê bê sewqkirin û got: "Lê hebeke êşbir didin kurê min û wî dişînin hucreyê. Rapora kurê min heye, ji sedî 70 astengdar e. Hestiyên wî dihelin."    DIVÊ BÊ BERDAN   Morsumbul, destnîşan kir ku ji bo kurê wê bi awayekî şertî bê berdan daxwazname ji Wezareta Dadê re şandiye. Morsumbul, da zanîn ku 7 sal ceza li kurê wê hatiye birîn û kurê wê ancax piştî ev ceza biqede dê bê berdan. Morsumbul, bilêv kir ku divê kurê wê du mehan carekê biçe nexweşxaneyê ji bo kontrolê û xwest kurê wê bê berdan.