Dê li dijî 'êrişên rêxistinkirî bi têkoşîneke rêxistinkirî' dakevin qadan 2021-11-13 09:09:20 ÎZMÎR - Platforma Jinan a Îzmîrê, dê di 25'ê Mijdarê de bi dirûşmeya "Li dijî êrişên rêxistinkirî têkoşîna rêxistinkirî" dakeve qadan û meşeke girseyî li dar bixe.  Dê jin di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Dijî Jinan dakevin qadan. Jinên di bin banê Platforma Jinan a Îzmîrê de xwe birêxistin kirine jî dê bi dirûşmeya "Li dijî êrişên rêxistinkirî têkoşîna rêxistinkirî" dakevin qadan û meşeke girseyî li dar bixin. Dê jin di 25'ê Mijdarê saet di 7'ê êvarî de li ber Navenda Çandê ya Lemanê ya Berê li hev kom bibin û heya ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê bimeşin.    Endama Platforma Jinan a Îzmîrê Zeynep Tûna, têkildarî armanca êrişên li hemberî jinan û têmaya sereke ya 25'ê Mijdara îsal axivî.   ÊRIŞEKE RÊXISTINBÛYΠ   Endama Platforma Jinan a Îzmîrê Zeynep Tûna, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê her roj herî kêm 3 jin tên kuştin û ev êriş, êrişine rêxistinkirî ne. Tûna, bilêv kir ku ji ber polîtîkayên cihêkar û zayendparêz ên îqtidarê kuştina jinan zêde bûye û got: "Îqtidarê Peymana Stenbolê fesix kir û êriş gur kirin."   Tûna, anî ziman ku êrişên li hember destkeftiyên wan ên ku bi têkoşînine mezin bi dest xistine didomin û got: "Me ev cîhan bi têkoşînek rêxistinbûyî bi dest xist. Me mafên xwe bi têkoşîn û bedlê bi dest xistin. Lê mixabin li welêt rejîma yekzilamî heye. Bi biryarekî dev ji her tiştî tê berdan."    TÊKOŞÎN MEZIN DIBE   Tûna, anî ziman ku îqtidar polîtîkayên êrişkariyê yên li hemberî jinan zexim dike, lê li gel ev qas êrişan jî dîsa jî jin li qadane û têkoşîna xwe mezin dikin. Tûna got: "Îqtidar ji jinan ditirse. Ji ber ku ditirse dixwaze mafên me ji dest me derxe. Piştî fesixkirina Peymana Stenbolê jinan bi awayekî pir xurt gotin 'Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin, Peymana Stenbolê ya me ye.' Em jin li her derê Tirkiyeyê bi awayekî hevpar têdikoşin. Lewma ên herî zêde bi êrişan re rû bi rû dimînin jî em in."    DI 7 MEHAN DE 165 SERLÊDAN   Tûna, ragihand ku komeleya wan 15 sal in ji bo mafên jinan têdikoşe. Tûna, da zanîn ku hema bibêje her roj jin ji ber tahdeyê serî li wan didin û got: "Ji 1'ê Çileyê heya 31'ê Tebaxê 165 jinan serî li komeleya me daye. Xeteke me ya 7/24 tune ye. Ev peywira dewletê ye. Lê em di nava rojê de em vê peywira dewletê pêk tînin. Ên serî likomeleyê didin piranî ji ber tahdeyê û piştgiriya di warê derûnî de ne. Ev hemû girêdayî hev in."    DÊ LI DIJÎ ÊRIŞAN DAKEVIN QADAN   Tûna, da zanîn ku dê di çaçroveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de hemû rêxistinên jinan ên bajêr di bin banê Platforma Jinan a Îzmîrê de bên cem hev du û dê di 25'ê Mijdara îsal de bi têkoşîneke rêxistinkirî bersiva êrişên rêxistinkirî bidin. Tûna got: "Li dijî êrişan pêdiviya me bi têkoşîneke rêxistinkirî ya hevpar heye. Ji lew re li hemberî ve hêzeke êrişkara rêxistinkirî heye. A rast wekî dîwarekî ye û gava em yeko yeko bi er de biçin em ê lê biqelibin. Lê gava em bi awayekî têkoşîneke rêxistinbûyî de bi ser wan de biçin, em ê wî dîwarî birûxînin. Ji bo rûxandina dîwaran û li dijî êrişan divê em jin di 25'ê Mijdarê de li qadan bin."    MA / Ozlem Yayan