Medet Serhat di 27'emîn salvegera mirina xwe de hat bibîranîn 2021-11-12 16:37:19   STENBOL - TOHAV, ji bo 27'emîn salvegera mirina xwe de ronakbirê kurd parêzer Medet Serhat li ser gora xwe hat bibîranîn.    Weqfa Lêkolînên Hiqûqî û Civakî (TOHAV), ji damezrînerên Weqfa Azadiya Gelê Kurd (KURT-KAV) ronakbirê kurd parêzer Medet Serhat ku beriya 27 salan di encama sûîqestekê de hatibû kuştin, li ser gora wî ya li Goristana Zîncîrlîkûyû ya Stenbolê bi bîr anîn. Parêzer û xizmên Serhat tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de kurê Serhat Rûmet Serhat axivî û ev tişt got: "Ji ber ku hûn nîşan didin têkoşîn didome spasiya we dikim."   'EM HÎNKIRINÊN WÎ DIDOMÎNIN'   Hevseroka TOHAV'ê Dîdar Erdem jî axivî û ev tişt got: "Ji bilî berdewamkirina hînkirinên wî tu erkeke me nîne."