Çomanî: Dewletên rojava jî hevparê sûcên koçe ji Kurdistanê ne 2021-11-12 16:18:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen-Rojnamevan Kemal Çomanî, diyar kir Kurdistaniyên ku di sînorên Polonyayê re derketin ji ber zext û talana rejîma Hewlêrê direvin û got, Yekitiya Ewropa (YE) û Amerîka jî berpirs e.   Têkilî kurdistaniyên ku di sînorên Polonya-Belarûsê re derketin Kemal Çomanî yê ji başûrê Kurdsitanê ku li bajarê Hambûrgê yê Almanya dijî, bal kişandser zexta rejîma li Hewlêrê û got, 'Li Başûr, Pergaleke totalîter heye ku li ser wê Mesrûr Barzanî heye, mirov naxwazin li wî welatî bijîn ku azadî û wekhevî lê nîne.''   Çomanî, bi berdewamî wiha got: ''Li welatên din mirov ji birçîna direvin lê li Başûrê Kurdistanê gel ji bo ku azadî û wekhevî lê nîne û ya girîngir ji ber talankirina zenginiya binerd û sererd xwedî helwest in û direvin .Gelê Başûrê Kurdistanê pê dizane ku rêveberiya Iraqê her meh 350 milyar dînar dide Rêveberiya Federal a Başûrê Kurdistanê û li Kurdistanê her meh 470 warîl petrol tê derxistin û difiroşin derveyî welêt. Baş e, ji bo ku rewşa aborî xirab e? Ji ber ku ev pere diçine ji wan malbatan re ku rêveberî di dest wan deye.''   Di berdewamê de Çomanî, bi lêv kir ku malbata Barzanî malê dewletê difiroşe şîrketên xwe yên taybet, piştre di ser van şîrketan re dîsa wan difiroşin dewletê û ev tişt anîn ziman: "'Gel êdî vê gendeliyê ku bûye xwedî rengekî sîstematîk ranagire û ji ber vê dema ku fersendek bi dest wan dikeve ji Kurdistanê direvin.'' Çomanî her wiha diyar kir ciwanên Başûr beşekî girîng ê civaka başûr in û ciwan ne xwedî kar in, ti dahatuyeke wan nîne.   Çomanî, bal kişande ser nasnameya hin ji wan kesan ku ji başûr direvin, diyar kir beşek ji wan aktivîst in û got, ''Kesek naxwaze li wî welatî bijî ku nûçegihan, parêzvanên mafê mirovan û aktivîst lê girtî ne. Ji ber vê, aktivîst ji bo ku bikaribin têbikoşin welêt diterikînin. '' Çomanî got niha li girtîgehên Başûr 80 aktivîst girtî ne û diyar kir ev kes navdar in, ti sûcê wan jî nîne.   Rojnamevan Çomanî bal kişande rola YE, Ingiltere û Amerîkayê jî got, berpirsyariya wan jî tê de heye ku mirovên Başûrê Kurdsitanê welatê xwe berdin ji ber welatên rojavayî destekê didin hêzên leşkerî yên bi ser partiyan ve û ev jî dibe sedem ku zêdetir zext li ser gel were danîn.   Penaberên Kurd ên li ser sînorê Polonyayê jî ema ku ji saziyên medyaya navnetewî re diaxivin rexneyên giran tînin ser Rêveberiya Kurdistanê ya Federal, nexasim tînni ser desthilata PDK'ê, gendeliyan û nedane mûçeyên karmend û karkeran.