Çerxa zext û tundiyê ya DAF'ê vegotin 2021-11-12 15:39:41   STENBOL - Cîwanên ji DAF'ê veqetiyan, zext û tundiya li wan hatiye kirin û kedxwariya xwe vegotin û banga piştgiriyê kirin..   Cîwanên ku ji ber tundî û îstismara li wan tê kirin ji Federasyona Anarşîst a Şoreşger (DAF) veqetiyan, serpêhatiya xwe li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn û gelek nûnerên rêxistinên sivîl piştgirî dan cîwanên ji DAF'ê veqetiyane.    'EM Ê CÎWANAN BIPARÊZIN'   Eren Keskîn, di civînê de axivî û diyar kir ku ne ji bo rêxistinekê ji bo Serkan Bayrak ê bi xwendekarên lîseyê re dikeve têkiliyê û di nava pergala xwe kedxwariyê de wan bêpêre dide xebitandin daxuyanî didin. Keskîn, da zanîn ku biryar dane ciwanan biparêzin û bi tespîtên zanistî gilî bikin û wiha got: "Tişta ji destê me bê em ê bikin. Em ê banga veqetandinê li cîwanan bikin."   PIRSÊN TÊKILDARÎ MIJARÊ   Piştî Keskîn, li ser navê kesên li DAF'ê tundî li wan hatiye kirin û hatine îstismarkirin Mîne Yilmazoglû axivî. Yilmazoglû, tundî û îstismara ku li wan hatiye kirin vegot û ev pirs kirin: "Em têkoşîna şoreşgerî û nêrina anarşîzmê biparêzin. Serkan Bayrak li kudere? Gelo bi qaseya 26A'yê çûye betlaneyê? Rêxistinên girêdayî DAF'ê jî wê xwe fesh bikin? An wê her rêxistin ji xwe re Serkanek hilbijêre? Çîgdem Bayrak ku wê jî bi qasî Serhat Bayrak zilmê kiriye jî wê bê îxraxkirin? An wê Çigdem rola mexdûrbûnê bidomîne? Danekirinên DAF'ê ragihandine çi ne? Van danekirinan kê diyar dike? Kafe 26A a ruxseta wê li ser navê Serkan Bayrak e, wê ji malbata Bayrak re bixebite?"