Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî kampanya îmzeyan hat destpêkirin 2021-11-12 09:15:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Federasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) li dijî êrişên Tirkiyê yên bi çekên kîmyewî û bêdengiya hikumeta Elmanyayê dest bi kampanya îmzeyan kir.   Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrişên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê ku bi çekên kîmyewî li dijî endamên PKK’ê bikar tîne.    Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hem li dijî êrişên Tirkiyê yên bi çekên kîmyewî hem jî li hemberî bêdengiya hêzên navneteweyî bi taybetî jî hikumeta Elmanyayê ya li hemberî van êrişan, ew dest bi kampanya îmzeyan dikin.   KON-MED'ê ji bo tevlîbûna li kampanyayê ev bang kir: "Em ji Kurdistaniyên li Elmanyayê, meclîs û federasyonên xwe, saziyên xwe yên baweriyan û gelên demokrat şoreşger hemûyan dixwazin ku tevlî vê kampanya îmzeyan bibin û nerazîbûna xwe ya li hemberî êrişên kîmyewî nîşan bidin."   KON-MED'ê her wiha bang li hikumeta Elmanyayê kir û ev daxwaz anî ziman:   "* Em ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) dixwazin ku îdîayên li ser bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike.   * Em dixwazin ku êrişên kîmyewî yên Tirkiyeyê yên li derveyî qanûnan bi rengekî eşkere bên şermezarkirin, dawî li hevkariya sûc a bi rejîma Erdogan re bê anîn û hem di çarçvoeya neteweyî hem jî di çarçoveya Yekîtiya Ewropayê de pêkanînên siyasî û aborî li ser Tirkiyeyê bêne ferzkirin.   * Peymanên mîna Hiqûqa Navneteweyî û Peymana Çekên Kîmyewî ji bo tevahiya mirovan gelekî girîng e û ji bo bêbandor nebin divê xwedî li van peymanan bêne derketin.   * Sedem çi dibe bila bibe, divê hikumeta federal piştgiriyê nede rejîmeke bi vî rengî ku pîvanên hiqûqa navneteweyî bi rengekî eşkere bi dehan sal in binpê dike.   * Hikumeta Elman, ku hevkarê herî girîng ê aboriyê yê Tirkiyeyê û hevkarekî NATO'yê ye, vê ast û bandora xwe divê ji bo zexta li rejîma Tirk û bi pêkanînan kişandina ber bi maseya danûstandinan bi kar bîne."   Ji vê lînkê piştgirî ji kampanyayê re dikare bê dayin: https://weact.campact.de/petitions/fur-einen-sofortigen-stopp-der-giftgasangriffe-der-turkei-in-sudkurdistan-nordirak