Dayik meşiyan sînor: Destê xwe yên qirêj ji cenazeyên me vekişînin 2021-11-11 16:39:42   ŞIRNAK - Dayikên Aştiyê, meşiyan Deriyê Sînor ê Xabûrê û piştgirî dan dayikên ku ji bo girtina cenazeyên li Sêmalka çalakî li dar dixin û xwestin ku bikaranîna çekên kîmyewî bê bidawîkirin.    Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, meclisên Dayikên Aştiyê yên Şirnex, Mêrdîn, Êlih û Sêrtê, meşiyan Deriyê Sînor ê Xabûrê û piştgirî dan dayikên ku ji bo girtina cenazeyan li Deriyê Sînor ê Sêmalka yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  çalakî li dar dixin. Aktîvîstên TJA, MEBYA-DER, rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û bi sedan kes tevlî meşê bûn. Dayik, li bajarokê Tilqebînê yê Silopiyayê kom bûn û piştre ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve meşiyan.   Di dema meşê de pankarta "Zarokên parastina gelê xwe dikin ne bêxwedî ne, Destên xwe yên qirêj ji ser zarokên me Rakin" hat vekirin û dovîzên "Bimire xiyanet", "Bibe dengê girtîgehan ", "Ne gazên kîmyewî, îxanet û hevkarî dikûje", " Sînorê herî mezin îxanet û hevkarî datîne"  û "Em we ji Helepçe nas dikin" bilind kirin. Girse, di dema meşê de dirûşmeyên “Bimire xiyanet, bijî Kurdistan”, “Jin şer naxwazin”, “Şehît namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin û meşeke girseyî li dar xistin. Ji deriyê sînor re du kîlometre ma girse ji aliyê leşkeran ve hat sekinandin û dayikan li vê derê daxuyanî dan.   'EM HOVÎTIYÊ QEBÛL NAKIN'   Dayika Aştiyê ya Silopiyê Emîne Ozek, bertek nîşanê bikaranîna çekên kîmyewî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên bikaranîn da û wiha got: “Hovîtiya ku li ser gelê kurd tê meşandin em qebûl nakin. Em êdî vê zilmê qebûl nakin. Êdî xew nakeve çavên me. Li hemberê vê ziilmê tu tehemûla me nema. Em bang li Barazanî dikin; hovîtiya ku li çiyayên azad didin meşandin bila bi dawî bikin. Ji meha nîsanê vir ve Tirkiye bi tank û topan êrîşî gelê me dike. Bi çekên kîmyewî êrîş dikin. Li dijî ev zilma ku tê meşandin tehemûla me nema. Bila dawî vê hovîtiyê bînin.  Bi sedsalan e gelê kurd dikûjin. Heta kengî dê ev berdewam bike? Ferqa me tu dayikekê tune ye. Bi çekên kîmyewî bi awayek hovane êrîş dikin. Em bang hemû dayikan dikin werin em dest bidin destên hevdû û pêşiya vî şerî bigirin. Barzanî çima cenazeyên gêrîlayên HPG’ê nade malbatên wan?”   'EM DAYIK ÊDÎ MIRINÊ NAXWAZIN'   Dayika Aştiyê ya Cizîrê Esmer Çikmaz jî diyar kir ku şerê tê jiyîn kezeba wan dayika dişewitîne û wiha pêlda axaftina xwe: “Dayikên wan jî tune ne. Kezeba dayikên wan jî naşewite. Em naxwazin zarokên me bên kûştin. Her roj zarokên me tên girtin û kuştin. Heta kengî wê ev berdewam bike. Bi çekên kîmyewî êrîşê çiyayên azad dikin. Em dayik êdî mirinê naxwazin. Em dibêjin êdî bes e. Ew jî ne zarokên vê axê ne. Em dayikên aştiyê azadî û aştiyê dixwazin. Em bang li hemû dayikan dikin û dibmêjin werin em dest bidin destên hevdû û ji mirinê re bêjin êdî bes e. Behsa misilmaniyê dikin. Misilmanî ev tişte? Bira birayan dikûje. Çima îşkencê li cinazeyên me dikin. Qet natirsin. Heta kengî ev şer wê berdew bike. Em ji şer re dibêjin êdî bes e. Bila îşkenceyê li cinazeyên zarokên me nekin. Em vê qebûl nakin.”   'BILA ŞER BI DAWÎ BIBE'   Dayika Aştiyê ya Nisêbîne Perihan Altug jî destnîşan kir ku ji ber kezeba dayikan dişewite daketine qadan û ev tişt got: “Bila hemû dayık werin em vi şeri bidin sekinandin û dengê xwe bilind bikin. Em dayik şer naxwazin. Bila ev şerê qirêj û xwîn bisekine. Bila ciwanên me neyên kûştin. Cenazeyên gêrîlayan destên PDK’ê de ne û teslîmê malbata nayê kirin. Dayik ji bo cenazeyên zarokên xwe werbigirin li ber deriyê Sêmalka nobedê digirin. Dê cinazeyan çi bikin. Bila ev şer bi dawî bıbe. Êdî bes e bila dayik hêstirön çavan nabarînin.”   'MIRIN NE ÇARESERÎ YE'   Dayika Aştiyê ya Sêrtê Taybet Tekîn jî da zanîn ku mirin ne çareseri ye û got: “Bila êdî bes kezeba dayikan  bişewite. Mesût Barzanî ji me çi dixwaze? Çima cenazeyan teslîmê malbatan nake. Em dayik aştî, azadî û wekheviyê dixwazin.”   'BILA EV XWÎN BISEKINE'   Dayika Aştiyê ya Qoserê Besna Gunay jî ev tişt anî ziman: “Em dixwazin ev şer bisekine. Em bang li hem dayikan dikin. Bila kezeba dayikan neşewite. Ji bo kezeba me dayikan neşewite em li vê derê ne. Em êdî şer naxwazin. Bila ev xwîn bisekine. Bila cenazeyan teslîmê malbatan bikin. Kanê qanûn û edalet? Dibêjin mirov, xwîşk û bira ne. Kanî xwîşk û biratî?”   'EM BI ZAROKÊN XWE SERBILIND IN'   Herî dawî Dayika Aştiyê ya Êlihê Şukran Çelebî jî ev tişt bi lêv kir: “Ehlaqekî şer jî heye. Bi sedsalan e ev şerê ku li dijî gelê me tê meşandin  de tu ehlaq tune ye. Dest ji zindiyan berde niha jî bi cenazeyan dilîzin. . Bi çekên kîmyewî êrîş dikin. Êdî bes e. Ev gel ji bo nasnameya xwe şer dike. Ji bo ku li ser ax û erdnîgariya xwe bijî têkoşînê dide. Heta ku em yek kes bimînin jî berxwedana me wê berdewam bike. Em xwedî erdnîgariya Kurdistanê ne. Bi kuştin û qetlîaman dixwazin kurdan xilas bikin. Lê belê ev gel bi êrîş û qetlîaman xilas nabe. Barzanî ji bo berjewendiyên xwe bila kurdan navêje talûkeyê. Bila wî deriyî vekin û em cenazeyên xwe werbigirin. Ev dijminatiya çi ye? Em bi zarokên xwe serbilind in.”   Daxuyanî b meş û bi dirûşman bi dawî bû.