Parlamenterê HDP'ê yê berê Yildirim hat girtin 2021-11-11 15:59:29   SEMSÛR - Parlamenterê HDP'ê yê berê Behcet Yildirim, piştî binçavkirina xwe ya 9 rojan bi angaşta "endamtiya rêxistinê" hat girtin.    Parlamenterê HDP'ê yê berê Behcet Yildirim ku di 3'ê mijdarê de bi serdegirtina polisan a mala xwe de hatibû binçavkirin, piştî binçavkirina xwe ya 9 rojan bi angaşta "endamtiya rêxistinê" sewqî dadgehê hat kirin. Li Dadgehê bi heman sûcî hat girtin. Yildirim, piştî biryara girtinê şandin Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a Rihayê.