Cenazeyê Atici piştî 191 rojan radestî malbatê kirin 2021-11-11 15:51:54   ŞIRNEX - Cenazeyê endama HPG'ê Esra Atici piştî 191 rojan radestï malbata wê kirin.   Li herêmê Besta ya Şirnexê di navbera 5 û 8'ê nîsanê de şer qewimîbûn û di encama şer de endama HPG'ê Esra Atici ( Hêvî Firat) jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Atici, di 12'ê tebaxê de hatibû Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û testa DNA'yê dabû. Piştî bi mehanan encama DNA'yê nû derket. Li ser vê malbata Atici îro careke din ji Enqereyê hat Şirnexê, piştî îfade da dozgeriyê cenazeyê ku li goristana Bêkesan a li konutên AFAD'ê hatibû definkirin girtin.    Cenaze ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û ji bo li Goristana Yenîkoyê ya Baglarê ya Amedê bê definkirin bi rê ket.