Parêzerên Doza Kobanê serî li HSK'ê dan 2021-11-11 15:14:24   ENQERE - Parêzerên Doza Kobanê, derbarê heyeta dadgehê de serî li HSK'ê dan û giliya heyetê kirin û daxwaz kirin ku derbarê heyeta dadgehe ku peywira xwe ne baş bi kar tîne de vekolîn bê kirin.    Di Doza Kobanê de piştî ku Serokê 22'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê Bahtiyar Çolak di 4'ê mijdarê de bi biryara Lijneya Dozger û Dadgeran (HSK) ji peywirê hat girtin, ji endamên heyeta dadgehê Yildiray Kaya weke serokê dadgehê hatiye tayînkirin.  Li şûna endamê heyeta dadgehê yê vala ma jî ji endamên 23'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê ku îtîraz lê tên kirin Mûrat Donmez hat peywirdakririn.    Piştî guhertina heyeta dadgehê parêzerên dozê daxwaz kirin ku danişîn 2 meh bê taloqkirin û vedora danişînê ku 2 hefteyan berdewam dike bê guhertin. Heyeta dadgehê vê daxwaza parêzeran red kir. Ji ber vê redkirinê 3 rojên parêzerên dozê bi armanca şermezarkirina heyeta dadgehê tevlî danişînê nabin. Parêzeran îro jî serî li HSK'ê dan û giliya heyeta dadgehê kirin. Parêzeran, ji HSK'ê daxwaz kir ku derbarê heyeta dadgehe ku peywira xwe ne baş bi kar tîne de vekolîn bê kirin.    Parêzeran di serlêdana xwe de binpêkirinên ku li dadgehê tên kirin rêz kirin û daxwaz kirin ku daxwaza wan derbarê heyeta dadgehê de bê qebûlkirin.