Polisan afîşên Komkujiya 38'an jêkirin 2021-11-11 13:16:11   DERSIM - Afîşên ku bi wesîleya salvegera Komkujiya Dersimê li bîlbordan hatibûn daleqandin ji aliyê polisan ve hatin jêkirin.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê, ji bo salvegera Komkujiya Dersimê ya di navbera salên 1937-38'an de afişan bi bîlbordên li ser Pira Mamekî ya li navenda bajar ve kir. Polisan afişan jê kir. Li ser afîşan nivîsa "Bila cihê gorên seyîdên me yên di 1937'an de hatine darvekirin bên aşkerakirin" û navê Seyid Riza, Ûşenê Seydî, Aliyê Mirzî Silî, Hesenê İvaîmê Qijî, Hesen Aga, Findik Aga û Resîk Ûşen hatibû nivîsandin.    Hat diyarkirin ku afîş bi biryara dozger ji aliyê polisan ve hatine jêkirin.    Welatiyan bertek nîşanî polisan da. Welatiyan dema ku biryara dozger ji polisan xwestin polisan ji welatiyan re got ku di destê wan de biryara nivîsandî tune ye.