Şahîn: Kurdistan her hebû û welatê kurdan e 2021-11-11 10:52:27   AMED - Rojnamevan Mehmet Şahîn Kurdistan û rastiya xwe hene û got: “Her çiqas înkar bikin jî rastiya Kurdistanê li rûyê netew dewletan dikeve û kurdan zûve ‘Kurdistana xeyalî’ şikandin e.”    Di demên dawî de li ser Kurdistanê nîqaş tên kirin. Piştî ku esnaf Cemîl Taşkesen li Sêrtê ji Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener re got “Ev cihê hûn lê ne Sêrt bajarê Kurdistanê ye” nîqaş mezin bûn. Akademîsyenê kurd Hifzullah Kutum ê li Zanîngeha Firata Xarpêtê ku wezîfedar bû jî ji ber ku gotibû “Bijî Kurdistan” ji wezîfeyê hat girtin, hat girtin û pişt re hat berdan.    Li Tirkiyê rayedarên îqtidarê û dewletê ji peyva Kurdistan ditirsin û dixwazin bînin asta qedexekirinê. Rojnamevan Mehmet Şahîn rastiya Kurdistanê ji ajansa me re nirxand.    WELATÊ KURDAN E    Şahîn diyar kir ku erdnîgariya Kurdistanê bi qasî dîroka mirovahiyê xwedî dîrokek kevnar e û got: “Kurdistan navê xwe ji kurdan digire. Welatê niştîman yê kurdan Kurdistan e.”    KURDISTAN HER HEBÛ    Şahîn bi bîr xist ku navê Kurdistanê di serdema Osmaniyan de dihat ziman û piştî avabûna netewe dewletan navê Kurdistanê jî êdî hat înkarkirin. Şahîn da zanîn ku siltanên Selçûkiyan bi sedan sal berê navê Kurdistanê anîne ziman û di gelek çavkaniyên Osmaniyan de jî navê Kurdistanê hebûye. Şahîn anî ziman ku ew şahidê wê yekê ne ku navê herêmê bi kurdan û Kurdistanê tê nasîn û piştî di serdema Lozanê de Kurdistan kirin çar parçe ji wê şûn ve hat xwestin navê Kurdistanê were înkarkirin û kurd bêstatû werin hiştin.    DI ÎNKARÊ DE DIBIN YEK    Şahîn destnîşan kir ku gelê kurd sed sal in li çar parçeyên Kurdistanê ji aliyê pergela netewe-dewlet welatên wek Tirkiyê, Iraq, Sûriyê, Îranê ve bi polîtîkaya asîmîlasyonê re rûbirû mane û dema navê kurd û Kurdistanê dibe mijara gotinê her çar dewlet di înkarkirinê de xwe dikin yek.    KURISTAN HEYE Û WELATÊ KURDAN E    Şahîn destnîşan kir ku kurd ji bo pênase ango navê Kurdistanê hêj li dijî dewletên wek Tirkiyê û yên mîna wê li ber xwe didin û wiha got: “Dewletê piştî îsyana Agiriyê digot ‘divê kurd navê Kurdistanê jî xeyal nekin’. Her wiha digotin ‘me beton rijandiye ser wê xeyalê û me veşartiye’. Atmosferek wisa afirandin ku kurdan êdî newêribû navê Kurdistanê bîne ziman. Bi salan navê kurd û Kurdistanê hat înkarkirin. Heta piştî Komkujiya Dersimê jî 20 salan ew înkar dom kir. Lê piştî ku rewşenbîrê kurd Apê Mûsa bi helbesta ‘Qimil’ wê polîtîkaya wan serûbin kir. Di sala 1959’an de. Bi derketina tevgera azadiya kurd re êdî hemû kirasên tirsê û kefenê mirinê hatin çirandin û tirs holê rabû. Êdî kurd bêtirs navê xwe û welatê xwe Kurdistan tînin ziman. Piştî têkoşîna 40 salan kurdan wê xeyala Kurdistanê ku li Agiriyê binax kiribûn, ji tirbê derxistin û wan darbestên hatibû bizmarkirin hatin şikandin. Îro kurd bi awayek wêrek dibêjin em kurd in û qîr dikin dibêjin navê axa me Kurdistan e. Dewleta Tirkiyê û dewletên din neçar in li kurdan guhdar bikin û welatê wan qebûl bikin. Di warê hiqûqî û qanûnî de nabe ku navê kurd û Kurdistanê were qedexekirin û bibe sedema darizandinê û girtinê.”    MA / Ceylan Şahînlî