Parastina HDP'ê ji Dadgeha Bilind re hat şandin 2021-11-11 10:42:58 ENQERE - AYM'ê, parastina destpêkê ku HDP'ê derbarê doza girtina xwe de radestî wê kiribû, ji Serdozgerê Komarê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn re şand.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) parastina destpêkê ku HDP'ê derbarê doza girtina xwe de radestî wê kiribû, ji Dadgeha Bilind re şand. Tê payîn ku Serdozgerê Komarê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn di nav mehekê de mutalaaya xwe amade bike. Piştî mutalaaya ku ji aliyê Bekîr Şahîn ve bê pêşkêşkirin wê ji bo mehekê dem ji HDP'ê re bê diyarkirin ku parastina xwe ya esasê amade bike.