'Ji bo tedawî bibe divê bê berdan' 2021-11-11 09:44:48 RIHA - Malbata Halît Yildiztekînê girtî, diyar kir ku ji ber şert û mercên girtîgehê rewşa tenduristiya Yildiztekîn xirab dibe û xwest bê berdan.    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê navçeya Halîliye ya Rihayê Halît Yildiztekîn, di 12'ê Kanûna 2016'an de di operasyona li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû girtin. Di 17'ê Tîrmeha 2018'an de dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rxistinê" û "binpêkirina qanûna xwepêşandanan" 10 sal û 9 meh ceza li Yildiztekîn birîbû. Berê jî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" sal û 10 meh ceza li Yildiztekîn hatibû birîn. Dadgeha Bilind cezayên li Yildiztekîn hatibûn birîn erê kiribû. Parzerên wî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabûn, lê belê AYM'ê hê bersiv nedaye.    DI NAVA LÎSTEYA GIRTIYÊN NEXWEŞ DE YE   Yildiztekînê ku nêzî 6 sal in di Girtîgeha Rihayê ya Jimare 2'yan de ye, di nav lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye. Yildiztekîn li girtîgehê qeyrana dil derbas kiriye û ji xeynî vê nexweşîna şekirr, diyabet, fitiq, kolestrol, prostat hwd. pê re hene. Keça wî Jiyan Yildiztekîn, diyar kir ku bavê wê li girtîgehê baş nayê tedawîkirin.    Yildiztekîn, diyar kir ku di girtîgehê de nexweşînên bavê wê giran bûne û 2 hefte berê jî ji ranzayê ketiye xwarê û serê wî tahl bûye.    Yildiztekîn, anî ziman ku zêdetirî 2 sal in bi hinceta pandemiyê hevdîtina vekirî çênebûye. Yildiztekîn, destnîşan kir ku li derve her kes bi rihetê tevdigere, lê li girtîgehan hê jî qedexeên pandemiyê didomin û xwest tevdîra ji bo hevdîtinên girtî ku tenê 2 kes dikarin hevdîtinê bikin bê rakirin.    XWEST BAVÊ WÊ BÊ BERDAN   Yildiztekîn, diyar kir ku ji ber pêkanîna karantînayê ya 15 rojan, bavê wê nikare biçe nexweşxaneyê jî. Yildiztekîn, destnîşan kir ku ji bo bavê wê bê tedawîkirin divê bê berdan û got: "Em dixwazin bê berdan. Tu sûc û guehekî wî tune ye, lê rabûn ew girtin. Em bi hepsa malê jî razî ne. Her diçe tenduristiya bavê min xirab dibe. Bila bi şertê kontrola edlî wî berdin."    MA / Mujdat Can