Avahiya ji Cemiyeta Ilim û Belavkirinê hat stendin kirin navenda piştevaniyê 2021-11-11 09:43:52 ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê mal û milkên ku qeyûman dewrî Cemiyeta Ilim û Belavkirinê kiribûn ji cemiyetê stendin û ji bo malbatên di warê debarê de zehmetiyê dikişînin kir navênda piştgiriyê.     Qeyûm Savaş Konak ku di 11'ê Îlona 2016'an de tayinî Şaredariya Silopiyayê hatibû kirin û Sezer Işiktaşê di sala 20182an de tayinî şûna wî hatibû kirin mal û milkên şaredariyê dbûn Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA), Cemiyeta Ilmê û Belavkirinê, Navenda Perwerdehiyê ya Gel, Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê û qeymeqamtiya navçeyê. Şaredariya Silopiyayê ku di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de ketibû destê HDP'ê, ev mal û milk ji van saziyan distîne.    CIHEKÎ 650 METRE KAREYÎ BI 200 TL'YÎ DANE   Hat hînbûn ku avahiyeke 650 metrekareyî mehane bi 200 TL'yî ji bo 3 salan bi kirê daen TUGVA'ya ku serikê wê kurê ERdogan Bîlal Erdogan. Şaredariya Silopiyayê qismek vê avahiya dabû Kafeya Hizûrê ya girêdayî Cemiyeta Ilmê û Belavkirinê. Şaredariyê ev dever ji cemiyetê stendin û ji bo malbatên ku di warê debarê de zehmetiyê dikişînin kir navenda piştevaniyê.   MEXAZEYYA PIŞTEVANIYÊ YA HÊVÎ   Dê Mexazeya Piştevaniyê ya Hêviyê ku di bin banê şaredariyê de hat avakirin, ji bo malbatên di warê debarê de zehmetiyê dikişînin xizmetê bike. Xebatkara mexazeyê Ceylan Denîz, anî ziman ku ji amûrên spî yên elekronîk bigire hemû tiştên tên bexşîkirin dê bidin malbatên pêdiviya wan pê heye.    ROJÊ XWE DIGIHÎNE 100 KESÎ   Denîz, diyar kir ku rojê xwe digihînin 100 kesî û got: "Em alîkariyên aborî yên kesên rewşa wan baş, digihînin kesên rewşa wan a aborî nebaş. Em pêdiviyên malbatan qeyd dikin û li gor tiştên di dest xwe de alîkariya wan dikin. Kêmasî hebin em wan jî qeyd dikin û gava em peyda dikin em wan jî digihînin wan."    BANGAWAZÎ   Denîz, destnîşan kir ku di Cejna Qurbanê ya borî de di warê kincan de alîkariya 100 zarokî kirine û bi detspêkirina perwerdehiya rû bi rû re kincên zarokan ên dibistanê jî peyda kirine. Denîz, da zanîn ku ji roja ku navend hatiye vekirin heya niha xwe gihandine nêzî hezar kesî û got: "Em pira di navbera kesên rewşa wan a aborî baş û nebaş de ne. Em dixwazin ev yek berbelavtir bibe. Em bang dikin kesên dixwazin alîkariyê bikin bila serî li navendê bidin."   MA / Omer Akin