Ji pêşmergeyê berê ji bo Barzanî: Ma te Helebçe û Enfal ji bîr kir? 2021-11-11 09:20:41 ŞIRNEX - Peşmergeyê berê Mehmet Huseyîn Yîgît, bertek nîşanî bêdengiya PDK'ê ya li dijî bikaranîn çekêm kîmyewî da û ev tişt got: "Dijmin wê bi her awayî bi ser me de tê. Bi balafiran û çekên kîmyewî eriş dike. Dijmin dijmin e û dikare bi her awayî êriş bike. Lê malbata Barzanî tu çima vê dijminahiyê bi gelê xwe re dike? Ma we Helebçe ji bîr kir, Enfal ji bîr kir?"  Operasyona ku Tirkiyeyê di 23'yê Nîsanê de li herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe dan destpêkitin, nêzî 7 meh in bênavber berdewam dike. Di operasyona hewayî û bêjahî de pevçûnine dijwar diqewimin. Îdîayên ku Tirkiye di şer û pevçûnên li herêmê de çekên kîmyewî bikar tîne her ku diçe xurttir dibin. Pêkanînên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê bêgûman bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) pêk tên. Tê ragihandin ku heta niha 548 kesan li herêmê ji ber çekên kîmyewî bi gilî û gazinên cuda li nexweşxaneyan hatine razandin û gelek endamên HPG’ê û YJA STAR'ê jî jiyana xwe ji dest dane. PDK ji bo van îdiayên ku Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne, xwe li bêdengiyê daniye. Ev bêdengî jî nîşan dide ku Tirkiye li herêmê bi hevkariya PDK'ê çekên kîmyewî bi kar tîne. Hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re jî ji aliyê kurdan ve wekî "xiyanet" tê şîrovekirin.    Peşmergeyê berê Mehmet Huseyin Yîgît ( 68) ku di salên 1976'an de pêşmergetî kiriye têkîldarî helwesta PDK'ê de axivî.      'KURDISTAN YEK PERÇE YE'    Yîgît, diyar kir ku mala Barzanî bi vî awayî "xiyanetê" li gelê xwe dike û wiha axivî: "Ji berê de heta niha zilma eşîran a li ser vê tekoşînê heye. Yek ji van eşîran jî malbata Barzanî ye. Malbata Barzanî li gel hêzên biyanî dijminahi ji gelê xwe re dike. Gelê Kurd bi salan e berxwedana xwe didomîne. Em 33 sal in ji gundê xwe derketine. Me ji ber ku cerdevanî qebûl nekir koçber bûn. Heger îro tifaqa me hebûya em li ser axa xwe koçber nedibûn. Em dixwazin ku her kurd li her çar perçeyên Kurdistanê destê xwe bidin hev du û vê dijminahiyê di nava xwe de rakin. Ev dijminahiya wisa berdewam bike, em ê her perçe bibin. Kurdistan ne çar perçe ye. Kurdistan yek perçeye ye. Pergalan di nava xwe de kirine çar perçe. Hêviya me heye ku her çar perçeyên Kurdistanê wê bibin yek. Em êdî vê perçebûnê qebûl nakin. Em vê zilma ku heyî jî qebûl nakin. Pêdiviya me bi yekitiyeke xurt heye. Pêwîst e ku tifaqiyeke xurt bê avakirin. Rêxistina vê yekitiye jî encax kurd bi xwe dikarin pêk bînin. Kesek ji me re der û beran nayê rêveberiyê bike. Ne tirk, ne ecem û ne jî ereb nayê yekitiya me ava bike. Îleh em bi xwe yekitiya xwe ava bikin û xwe bi rê ve bibin. Em bi hêvî ne ku em ê bigihîjin hedef û armancên xwe. Bingeha tifaqiya me heye. Li ser vê bingehê divê em yekitiyeke wisa bi hêz ava bikin ku ji hemû cîhanê re bibe mînak. "    'MALBATA BARZANÎ WÊ DAWIYA XWE BÎNE'    Yîgît, bi lêv kir ku di salên 1970'yan de pêşmerge parazvanên axa Kurdistanê bûn, lê niha weke hêzeke biyanî tên hesibandin û wiha got: "Daxwaziya me ji malbata Barzanî heye, bila dijminahiya qewmê xwe neke. Bila bi gelê xwe re tifaq be. Di 76'an de me jî bi malbata Barzanî re tekoşîn da. Me li ser xatirê biratiyê li cem wan cih girt. Me got dibe ku em jî carekî mihtacî wan bibin. Lê mixabin wan bi xwînê bersiv da me. Min heta 82'yan jî pêşmergetî kir. Lê îro ew tişta ku ew dikin ne ji bo kurdan e. Ev ji bo kurdan zirar e. Ew tiştê ku îro malbata Barzanî dike nayê qebûlkirin. Dijmin îro çiyayên Kurdistanê dide ber tanq û topan. Kîmyasal diavêje. Ew ciwan ku tên qetilkirin zarokên me hemûyan in. Em dibêjin bila malbata Barzanî xwe di ber çavan re derbas bike û vî şerê birakujiyê bi dawî bike. Heger bi dawî neke jî wê dawiya wî û ya vê pergalê bê. "   'BARZANÎ HELEBÇE Û ENFAL JI BÎR KIR?'    Yîgît bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî li herêmê û wiha domand: "Dijmin wê bi her awayî bi ser me de tê. Bi balafiran û çekên kîmyewî eriş dike. Dijmin dijmin e û dikare bi her awayî êriş bike. Lê malbata Barzanî tu çima vê dijminahiyê bi gelê xwe re dike? Tu çima li gel dijmin gav diavêjî?  Pêwîst e Barzanî bigota ez bikaranîna çekên kimyewî ya li herêma xwe qebûl nakim. Li herêmê ne giya ma, ne heywan man, ne daristan man. Tu tiştek ji me re nehiştin. Îro bi bikaranîna çekên kîmyewî her tiştî tune dike. Em li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ne. Ma we Helebçe ji bîr kir, Enfal ji bîr kir? 8 hezar kurd bi kîmyasalê hatin qetilkirin. Wê komkujiya bi kîmyasalê vê carê jî Barzanî pêk bîne? Heger ku destê xwe ji destê dijmin bikêşe ev komkujiye li ser me de çênabin. Çi qas dest bide dijmin em kurd wê her tim bên kuştin. Me ji bo Kurdistanê tevahiyê riha xwe da. Li Zap, Avaşîn, Metîna û Heftanînê me şer kiriye. Pêşengên wê demê ji bo axa xwe canê xwe didan. Lê pêşêngên îro ji pergalê re dixebitin û dijminahiya me dikin. Ev nayê qebûlkirin. Em nebin yek em ê biçin yek bi yek. Em heger tifaq bûna, îro em paş ve nediçun. "   MA / Zeynep Dûrgût