Qurbaniyên 10'ê cotmehê hatin bibîranîn 2021-11-10 11:37:42   ENQERE - Seroka Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê, diyar kir ku wê destûr nedin girtina doza ku derbarê komkujiyê de didome.    Di meha 73'emîn de li Gara Enqerê, ji bo qurbaniyên Komkujiya 10'ê Cotmehê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Xizmên qurbaniyan û kesên di komkujiyê de birîndar bûn tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de ji bo qurbaniyan rêz hat girtin û dûrişma "10'ê Cotmehê ji bîr neke û nede jibîrkirin" hat berzkirin. Seroka Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Mehtap Çoşkûn, di merasîmê de axivî û diyar kir ku ji bo bîrdarî li pêşiya garê bê çikandin bi israr in.    Çoşkûn, di axaftina xwe de bal kişand ser tundiya ku polis di çalakiyan de li xizmên qurbaniyên komkujiyê dikin û got ku wê destûr nedin girtina doza ku derbarê komkujiyê de didome.