Ji bo ku Eymur di lêpirsîna JÎTEM’ê de were guhdarkirin serlêdan hat kirin 2021-11-10 10:54:48   MÊRDÎN - Serokê Daîreya Kontrteror ya MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur li xwe mikûr hatibû. Li ser beyanên îtîrafkar hat xwestin ku ew di lêpirsîna JÎTEM’a Midyadê wek şahid were guhdarkirin.    Serokê Daîreya Kontrterorê ya MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur li xwe mikûr hatibû û têkildarî kesên bi cînayetên “faîl nediyar” hatin windakirin û JÎTEM’ê de axivîbû. Dosyeya JÎTEM’ê ya Midyadê jî hêj di asta lêpirsînê de ye. Hat xwestin ku Mehmet Eymur wek şahid di dosyeya JÎTEM’ê ya Midyadê de were guhdakirin. Parêzer Erdal Kuzu li ser navê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji bo ku Eymur wek şahid di dosyeya lêpirsîna JÎTEM’ê ya Midyadê ku di navbera salên 1992-1996’an de têkildarî bi darê zorê welatiyên hatin windakirin, were guhdarkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da. Kuzu bi daxwaznameyek ku qala bûyerên wan salan tên kirin ku ji aliyê JÎTEM’ê ve pêk hatine radestî serdozgeriyê kir.