Ji bo bikaranîna çekên kîmyewî serî li hikûmeta Iraqê hat dayîn 2021-11-10 10:47:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Komîteya Avakirin û Parastina Hawirdorê ya Herêma Kurdistanê Abdûlrehman Sedîq, diyar kir ku ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî serî li Hikûmeta Iraqê dane û xwestine ku ji bo lêkolînê komîsyonek bê avkirin.    Di ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistanê re 200 roj derbas bûn. Di van êrişan de gelek caran Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar anî. Ji bo bikaranîna van çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê gelek caran bang li saziyên neteweyî û navneteweyî hat kirin û hat xwestin ku bikaranîna çekên kîmyewî di cih bê lêkolînkirin. Rexmî van hemû bangan jî heta niha Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê neketine tevgerê û bêdengiya xwe ya li dijî mijarê didomînin.    'BI HEZARAN DONIM ERD TUNE BÛNE'   Serokê Komîteya Çêkirin û Parastina Jîngehê yê Herêma Kurdistanê Abdûlrehman Sedîq, têkildarî mijarê ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku ji Iraqê xwestine ku komîsyoneke ku li herêmê lêkolînan bike bişîne herêmê. Serok Sedîq, destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî xesarê dide Herema Kurdistanê û wiha got: "Ji sala 2010'an heta sala 2019'an ji ber şerê Îran û Tirkiyeyê bi hezaran donim erdê çandiniyê tune bûye. Bi rêya saziyên xwe em bi Hikûmeta Iraqê û Wezareta Karên Derve ya Iraqê re ketin têkliyê."   'DIVÊ KOMÎSYON BÊ AVAKIRIN'   Di berdewamê de Sedîq, bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: "Komîsyona ku dikare serdana herêmên çekên kîmyewî li wan hatine bikaranîn di bin kontrola Iraqê de ye. Komîteyeke taybet a Wezareta JÎngehê ya Iraqê ya ji bo kîmyasalan heye. Em van mijaran hewaleyî Wezareta Karên Derve ya Iraqê dikin. Ji bo lêkolînkirina herêmên ku tê diyarkirin çekên kîmyewî li wan hatine bikaranîn, me ji hikûmeta Iraqê xwest ku komîsyonek ava bike û bişîne herêmê. Em ê hewldanên xwe yên ji bo parastina xwezayê bidomînin. Lewre pêwistiya me bi xwezayeke hê paqiştir heye."