Beraet kiribû lê ji bo heman parvekirinan careke din lêpirsîn dan destpêkirin 2021-11-10 09:04:28 OSMANIYE - Di sala 2017'an de ji ber hin parvekirinên li ser medyaya sanal derbarê Muslum Çagan ê HDP'î de doz hatibû vekirin û piştî wextekê Çagan beraet kiribû. Ji ber heman parvekirinan derbarê Çagan de careke din lêpirsîn hat destpêkirin.  Rêvebirê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Osmaniyeyê Muslum Çagan ji ber heman parvekirinên li ser medyaya sanal ku Çagan berê jî ji ber wan hatibû darizandin û beraet kiribû, careke din ket ber lêpirsînê.    Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê di sala 2017'an de ji ber parvekirinên li ser medyaya sanal bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" û "heqareta li Erdogan" derbarê Çagan de îdianame amade kiribû. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Osmaniyeyê jî parvekirinên Çagan di çarçoveya "rexneyê" de nirxandibûn û biryara beraetê dabû. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê ji ber heman parvekirinan careke din bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" û "heqareta li Erdogan" lêpirsîn da destpêkirin. Çagan, di çaçroveya lêpirsînê de di 8'ê Mijdarê de çû Midûriyeta Polîsan a Osmaniyeyê û îfade da.    Çagan, diyar kir ku lêpirsîn ji ber heman parvekirinan hatiye destpêkirin û got: "Biryara min a beraetê heye. Ne hiqûqî ye ku cara dudoyan lêpirsîn bê vekirin. Pêşî bila biçin Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Osmaniyeyê ya ku derbarê min de biryara beraetê dan bidarizînin. Biryara dadgehê tê binpêkirin."