Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê 2021-11-10 08:38:13   DENÎZLÎ - Li Denîzliyê, jinekê li malê xwe bi awayekî biguman mirî hat dîtin.    Li navçeya Merkezefendî ya Denîzliyê, jina bi navê E.Ş. (30) li mala ku lê dijiya bi awayekî biguman mirî hat dîtin. Li gorî agahiyên hatin wergirtin, dayika E.Ş. keça xwe bi awayekî kuştî dîtiye. Hat angaştkirin ku jina beriya demeke kurt zewiciye întihar kiriye. Tîmên tenduristiyê û polis hatin cihê bûyerê û cenazeyê E.Ş. ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tîpa Edlî ya Nexweşxaneya Zanîngeha Pamûkkaleyê.    Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.