Di danişîna rojnamevan de rojnamevan hatin astengkirin 2021-11-09 15:22:59   STENBOL - Şandeya dadgehê di danişîna doza rojnamevan Sadiye Eser û 33 kesên pê re tên darizandin de, bi hêceta pandemiyê şopandina danişînê ya rojnamevanan asteng kir.    Danişîna 18’emîn a doza ku rojnameger Sadiye Eser jî di nav de 34 kesên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tên darizandin, li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişîna ku Eser tevlî nebûyî de parêzera wê Nermîn Selçûk amade bû. Şandeya dadgehê bi hêceta şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19), şopandina danişînê ya rojnamevanan asteng kir.    Şandeya Dadgehê, ji bo ku kemasiyên dosyayê bên temamkirin, danişîn taloqî 25’ê Sibata 2022’yan kir.