Doza nûçegihanên ETHA’yê hat taloqkirin 2021-11-09 14:57:44   STENBOL - Danişîna doza ku Edîtora ETHA’yê Semîha Şahîn û nûçegihan Pinar Gayip jê tên darizandin, hat taloqkirin.    Danişîna 15’emîn a doza Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Semîha Şahîn û nûçegihan Pinar Gayip jî di nav de 4 kes bi sûcdariyên “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” tên darizandin li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişîna ku Gayip û Şahîn beşdar nebûn de parêzer amade bûn.    Şandeya dadgehê aşkera kir ku rapora pispor hatiye û ji bo parêzer raporê lêkolîn bikin û parastinê bikin danişîna din taloqî 10’ê Adara 2022’yan kir.