Rojnivîska zaroka hat îstîsmarkirin pêşkêşî dadgehê hat kirin 2021-11-09 13:19:25   STENBOL - Di doza ku Volkan Kabak bi awayek îstîsmara zayendî li hember zarokek kir, rojnivîska îstîsmarê ku hatiye nivîsandin pêşkêşî dadgehê hat kirin.    Li semta Îkîtelî ya bi ser navçeya Başakşehîrê ya Stenbolê di sala 2019’an de Volkan Kabak bi awayek sîstematîk du salan li hember zarokek 10 salî E.C. îstîsmara zayendî pêk anîbû. Doza têkildarî vê îstîsmarê derbarê Kabak de hat vekirin, rûniştina ewilî li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê hat lidarxistin.    Parêzerên E.C. û parêzera bersûc beşdarî danişînê bûn. Bersûc ê di hepsa malê de beşdarî danişînê nehat kirin. Parêzerên E.C. diyar kirin ku îfadeyên E.C. li gorî qaydeyê nehatiye wergirtin. Parêzeran da zanîn ku ji ber vê yek3e ew nizanin ku zarok têkildarî bûyerê çi vegotiye û rojnivîska ku zarok derbarê îstîsmarê de nivîsandiye pêşkêşî dadgehê kirin. Parêzeran daxwaz kir ku psîkîyatrîst werin guhdarkirin. Parêzeran xwest ji bo Kabak ê bersûc ku di hepsa malê de tê ragirtin biryara girtinê were dayîn.    Parêzera Kabak jî xwest sepana hepsa malê were rakirin.    Dozger xwest kêmasiyên di dosyeyê de werin temamkirin. Dadgehê jî biryara dewama hepsa malê ya bersûc da û biryara daxwaza parêzeran a divê psîkîyatrîst werin guhdar kirin û daxwazên din werin qebûlkirin da. Danişînek din taloqî 6’ê kanûnê hat kirin.