Apro Dîrîl careke din hat girtin 2021-11-09 13:13:03   ŞIRNEX - Apro Dîrîl ku di lêpirsîna hevjînên hev Hurmuz û Şîmonî Dîrîl de piştî hatibû girtin û berdan, cara sêyemîn hat girtin.    Apro Dîrîl ê di dosyaya hevjînên hev Hurmûz Dîrîl û Şîmon Dîrîl ku li gundê Mehrî yê navçeya Elkê ya Şirnexê dijiyan de hatibû girtin û berdan dîsa hat girtin. Apro Dîrîl ê di çarçoveya lêpirsîna windabûna hevjînên hev Hurmuz û Şîmonî Dîrîl de di 23’yê Hezîranê de hatibû girtin, di 10’ê Îlonê de hatibû berdan. Dîrîl ê li ser daxwaza Dozgeriya Elkê di 2’yê Cotmehê de careke din hatibû girtin, di 1’ê Mijdarê de careke din hatibû berdan. Li ser îtîraza Serdozgeriya Komarê ya Elkê Dadgeha Ceza ya Silhê ya Şirnexê, derbarê Dîrîl de careke din biryara girtinê da. Dîrîl ê li ser vê yekê dîsa hat binçavkirin, cara sêyemîn hat girtin û şandin girtîgehê.    ÇI QEWIMÎ BÛ   Hevjînên hev Hurmûz Dîrîl û Şîmon Dîrîl ku niştecihên gundê Mehrî yê navçeya Elkê ya Şirnexê bûn, di 8'ê çileya 2020'an de ji aliye kes an jî kesên nasnameya wan nediyar ve hatin revandin. Cenazeyê Şîmon Dîrîl piştî 70 rojan li kêleka Çemê Hêzilê hatibû dîtin lê ji 600 rojan zêdetir e ji Hurmuz Dîrîl agahî nayê girtin. Apro Dîrîl ê di çarçoveya lêpirsîna windabûna hevjînên hev Hurmuz û Şîmonî Dîrîl de yekane bersûc e, du caran hat girtin û berdan.    Li aliyê din biryara “nepen” a li ser dosyaya lêpirsînê hêj didome.