Polîsan li Sêrtê 5 kes binçav kirin 2021-11-09 13:03:21   SÊRT - Polîsan li Sêrtê bi ser hin malan de girtin û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 5 kes binçav kirin.    Polîsan di saetên serê sibê de li taxên Ûlûs, Yenîmahalle û Çagli yên Sêrtê bi ser hin malan de girtin. Polîsan tax dorpêç kirin, li mala geriyan û di serdegirtinan de Hevserokê Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) Haydar Çagli, Endamê Meclîsa Şaredariya Sêrtê Mûsa Kûrhan, rêveberê HDP’a Sêrtê yê berê Zekî Çalapkolû, Halîl Akin û kesekî navê wî nehat zanîn bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” binçav kirin.    Hat hînbûn ku her 5 kesên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Sêrtê tên ragirtin.